Mirovên herî dilşad ên Amerîka Latîn in

Mirovên herî dilşad ên Amerîka Latîn in

Li gorî lêkolîna ji aliyê buroya rapirsiyan a Gallup a Amerîkayê ve hate aşkerekirin, mirovên Amerîkaya Latîn mirovên herî dilşad ên cîhanê ne.

Gallup li 148 welatan bi giştî li ser 150 kesan lêkolîn kir. Di lîsteya 10 welatên “mirovên herî dilşad” de 7 welat ên Amerîka Latîn in. Bi vî awayî welatên yekemîn Panama û Paragûy ne. Li gorî lêkolîna ku 5 pirs hatin pirsîn ji sedî 85’ê gelê Paragûay û Panamayê “ji jiyana razî ne û dilşad in.”

Li gorî piledayinê ji sedî 80’yê gelê welatên Holanda, Kaneda û Kolobiyayê bersiva erênî dan û welatên ku herî li dawî jî Sîngapûr, Ermenîstan û Iraq in.