Misir difûre: Mûrsî ji bo girtinê ferman da artêşê

Misir difûre: Mûrsî ji bo girtinê ferman da artêşê

Li Misirê aloziya di navbera Birayên Misilman û muxalîfan de her ku diçe dijwartir dibe. Serokdewlet Muhemed Mûrsî ji bo girtinê ferman da artêşê û muxalîf jî xwe ji bo xwepêşandanên mezin ku dê çarenûsa Mursî diyar bikin amade dikin.

Li Misirê piştî raperînên gel ên ku desthilatiya Husnu Mubarek hilweşandin, krîzek din a mezin pêk tê. Sedema krîzê jî biryarnameya taybet a ku rayeyên Serokkomar Muhemed Mursî yê endamê Birayên Misilman zêde dike û makeqanûna nû ye.

Ji ber xwepêşandanên girseyî, Mursî neçar ma ku biryarnameya ku rayeyên wî zêde dikin şûn de vebikişîne. Lê Mûrsî ya dest ji riga xwe ya referandûma ji bo makeqanûna ku muxalîf dibêjin ku mora Îslamiyan li ser e, bernade.

Mursî îdîa dikir ku naskirina rayeyên taybet ên ji bo wî “Ji bo parastina şoreşê û pêkanînan reforman pêwîst e.”

Muxalîf ji bo nirxandina paşde gavavêtina Mursî li hev kom bûn û vê pêngava Mûrsî kêm dîtin û xwestin referandûma makeqanûna nû jî were betalkirin. Eniya Sazûmaniya Neteweyî ya Muxalîfan piştî civînê daxuyaniyek da û diyar kir makeqanûna nû nunertiya hemû gelê Misirê nake û ji ber wê jî nayê qebûlkirin. Ji berdevkên Eniyê Semî Aşûr got: “Em referandûma ku dê zêdetir rê li ber serhildan û parçebûnê vebike red dikin.”

Muxalîfan li hemberî vê yekê ji bo pêşî li referandûmê bigire, bang li gel kir ku roja sêşemê xwepêşandanên girseyî li dar bixin.