MÎT, ji bo çekdarkirina muxalîfên Sûriyeyê navbeynkariyê dike

MÎT, ji bo çekdarkirina muxalîfên Sûriyeyê navbeynkariyê dike

Rojnameya Îngilîz, The Independent nivîsand ku welatên Erebîstana Siûdî û Qetar muxalîfên li Sûriyeyê çekdar dike û çek jî bi rêya Teşkîlata Sîxûrî ya Neteweyî (MÎT) ya Tirk li ser Tirkiyeyê re tên.

Rojname vê nûçeya xwe dispêre dîplomateke rojavayî ku li Enqereyê peywirdar e û rojnameyê nivîsand ku çekên bi rêya keştiyan tên Tirkiyeyê, ji wir jî bi rêya kamyonan dibin ser sînorê Sûriyeyê. Dîplomat ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku haya Tirkiyeyê ji vê veguhestina çekan heye û anî ziman ku Enqereyê daxuyaniyek fermî ku vê yekê piştrast bike nedaye.

Dîplomat destnîşan kir ku guman heye ev çek biçin destê rêxistinên Îslamî yên radîkal jî û angaşt ku ev çek piranî diçin destê rêxistinên muxalîfan ên ku têkiliya wan bi Birayên Misilman re hene.

Beriya niha jî hin rayedarên Artêşa Azad a Sûriyeyê der barê veguhestina çekan de ji çapemeniya rojava re axivî bûn û daxuyanî dabûn.

Herî dawî, fermandarek ku nexwest navê wî aşkere bibe, li bajarê Bab Al Hawa axivî û diyar kir ku bi rêya Tirkiyeyê çek û amûrên ragihandinê ji wan re tên û ev yek berdewam dike.

Erebîstana Siûdî di civîna Komkara Ereban a di meha nîsanê de pêk hatibû de bi aşkereyî gotibû ku divê muxalîfên Sûriyeyê bêne çekdarkirin. Qetar û Siûdî piştgirî dabûn vê pêşniyarê.

Lê heta niha Tirkiyeyê der barê çek dayîna muxalîfên Sûriyeyê de tu daxuyaniyek fermî nedaye. Lê Enqere bi aşkereyî piştgiriyeke siyasî dide muxalîfên Sûriyeyê yên çekdar.

Ev îdîaya ku dibêje Tirkiye çekdan dide muxalîfên Sûriyeyê ji sîxûrê malnişî Robert Baer ê ku bi salan di CIA’yê de xebitî hatibû. Baer di meha tebaxê de gotibû; "Ne tenê ji Iraqê çek ji komên muxalîf ên li Sûriyeyê re diçin, ji Tirkiyeyê jî tên şandin."

Niha jî biryargeha Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku li hemberî rejîma Esad serhildaneke çekdarî daye destpêkirin, li Tirkiyeyê ye û gelek caran li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê pevçûnên çekdarî di navbera muxalîf û artêşa Sûriyeyê de diqewimin.

Herî dawî, Richard Beeston û Charles Bremner van îdîayan di rojnameya Times de nivîsandibûn. Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye çavê xwe li derbasbûna çekan digire, lê ev îdîa ji aliyê Wezareta Derve ya Tirk ve hatibû derewandin.