Mîtînga fînalê veguherî meşa fînalê
Mîtînga fînalê veguherî meşa fînalê
Mîtînga fînalê veguherî meşa fînalê
Mitînga fînalê ya lîsteya 113 ya PÇDK ku hatibû plankirin li parka Şanedar a Hewlêrê bê li darxistin, lê ji aliyê hêzên asayîşa PKD'ê ve hat astengkirin, veguherî meşa fînalê.
Di çarçoveya kampanya hilbijartinê de duh mitînga ku Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) plan kiribû li Parka Şanedar lidar bixe, rastî astengiya hêzên asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hat. Li ser vê yekê PÇDK’ê biryar da ku di demjimêr 16:00’an de li ber derê Parka Ronakî heya Parka Şar ya liber qela Hewlêr bimeşe.
Seroka lîsteya 113’an û Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer, berdevkê lîsteyê Dr. Kamûran Berwarî, Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb û ji dehan zêdetir namzetên din yên lîsteya 113 û bi beşdarbûna bi hezaran alîgir û endamên lîsteya 113 a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) ji ber derê Parka Ronakî ya li Îskan meşiyan heya ber qela Hewlêr. Di meşê de bê navber duruşmên ku ji aliyê komîta amadekar ve hatibûn amade kirin, bi yek dengî hatin berizkirin. Di dema meşê de gelek esnaf û xelkê bajêr bi çepik û duruşman piştgiriya xwe ji bo meşê nîşandan.
Li dû meşê, li Parka Şar a li ber Qeleha Hewlêrê, ji aliyê berdevkê lîsteya 113 Dr. Kamûran Berwarî ve daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Berwarî di daxuyaniyê de got, “Berpirs û rayedarên me ji bo li darxistina mitîngê serlêdan ji bo wezareta parastinê ya bajarê Hewlêrê kiribûn,lê wezaret bê helwest ma û ji bo me gotin tiştek em bikarin jiwere bikin nîne,tenê em dikarin ji bo we cihek din peyda bikin. Bi armanca şermezarkirina vê helwesta wan, me jî mîtînga xwe veguherandin meşeke bi heybet.”
Berwarî di dewama daxuyaniyê de got, “Weke hemû alî jê agahdarin komisyona bilind a hilbijartinan ji 28.08.2013 heya 18.09.2013 ji bo bangawaziya hilbijartinan dem daye. Hemû partî xwediyê heman mafane û pêwîste asayîş jî bi hemû partiyan re bi awayekî yeksan tevbigere û derfet biafirîne. Lê mixabin ji destpêka bangawaziyên hilbijartinan ve li gelek cihên wekî; Çoman, Akrê, Sîdekan, Şêladizê, Zaxo û Derkarê hêzên asayîşê van erkên xwe bicîh ne anîn. Li hin cihan bi aşkera li hin cihan jî bi veşartî ji bo kar û xebatên lîsteya me ya 113 bûn astengî, ne dihêlan em kar û çalakiyên xwe li darxin. Me li aliyek raya giştî, dezgehên ragihandinê û aliyên peywendîdar agahdar dikir, li aliyê din jî me hewl dida em kar û xebatên xwe berdewam bikin û van hemû astengiyane derbas bikin. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku li hemû navendên me yên hilbijartinan tîmên me yên bangewaziyê tevî hemû astengiyan jî kar û xebatên xwe bi awayekî serketî li her derê berfireh kirin û rastiya têkoşîna xwe li her cihê nîşan dan û piştrast bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de sedemê astengkirina mitîngê wiha diyar kir: “Em wekî lîsteya 113 ya Partiya Çareseriya Demokarata Kurdistan PÇDK, roja 16’ê Îlonê serlêdan ji bo cîgirê waliyê Hewlêrê kir û aliyên asayîşê agahdar kir. Me ji wan re diyar kir ku di 18.09.2013 emê saet 16:00 heya saet: 19:00 li Parka Şanedar mîtîngek lidar bixin. Wana jî rêz ji vê yekê re girtin û ji me re gotin başe. Me jî hemû amadekariyên xwe tamam kir, lê belê bi awayekî ne yasayî hêjmarek zêde ji tîmên polîsan û asayîşê û komek jî endamên Partiya Demokrata Kurdistanê diçin nava parka Şanedar û dibêjin ‘îro li vir mîtînga PDK’ê heye nabe hûn li vir mîting lidar bixin û herin li cihek din li darbixin” bi vî awayî destûr nedan em li wêderê mîtînga xwe li darxin.”
“PARTIYA ÇARESERÎ PARTIYA TÊKOŞÎNA NETEWÎ YE”
Piştî daxuyanî hate xwendin Seroka lîsteya 113 û Hevseroka Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan Necîbe Omer jî axaftinek kir û got: “ Em wekî partiya çareserî ji demê borî heya niha li Başûrê Kurdistanê partiya herî zêde xwedî têkoşîna netewîne. Bi taybetî jî bajarê Hewlêrê ji demên borîve hertim piştgiriya xwe jibo Partiya Çareserî nîşan dane kolan û meydan kirine cihê têkoşîna netewî û demokrasiyê.”
Meş û daxuyanî, bi girtina dîlanê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.