Mitînga Goran rastî êrîşê hat, kesek birîmdar bû

Mitînga Goran rastî êrîşê hat, kesek birîmdar bû

Li Silêmaniyê mitinga hilbijatina Tevgera Goran  rastî êrîşekî çekdarî hat. Di êrîşê de kesek birîndar bû.

Li gorî agahiyên bi dest ketine,  êvara pênçşemê dema Tevgera Goran  li bajarê Silêmaniyê mitînga hilbijartinê li dardixist rastî êrÎşê hat. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di encama êrîşê de kesek birîndar bûye. Hat ragihandin ku, êrîşkar revî ye.

Di nava du heftiyan de dû caran mitîngên Tevgera Goran rastî êrîşan tê. Êrîşên din ji aliyê kesên job di destê wan de pêkhatin.

Hilbijartinên Parlemana Herêna Federela Başûrê Kurdistanê di 21’ê Îlonê de pêktên. Li bendê bû ku hilbijatitên Serokatiya Herêmê ji di ham demê de bê kirin. Lê belê zogan bû sedem ku ji nû de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî neyê  hilbijartin, ji ber vê yekê rêyek dîtin ku Mesud Barzanî bê hilbijartin dû sal dîn bimîne li ser kar.

Tevgera Goran di 2009’an de tevlî hilbijatinan bû,  xwe wek dengê hejaran dida naskirin. Rêjeya dengên li bendê bû zêde tir anî. Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê  cara yekeme  tevlî vê hilbijartinê dibe.