Mîtînga PÇDK’ê ya Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin

Mîtînga PÇDK’ê ya Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin

Ji bo namzetên lîsteya 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) dê îro di seat 16:00’an de li Hewlêrê mîtîngek bihatiba lidarxistin lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat astengkirin.

Der barê mîtîngê de endamê Komîteya Amadekar diyar kir ku, wan berî du rojan ji bo destûrê serlêdan kirine, hem li gel asayîşê hem jî li gel dezgehên ewlekariyê. Endamê Komîteya Amadekar ragihand ku tevî destûr ji wan re hatiye dayîn jî, îro komek ji hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê ji ber sedema ku dê PDK li parka Şanedar mîtîngê bike, mîtînga PÇDK’ê  asteng kir. 

Her wiha endamê komîteya mîtîngê got: “ Me wek komîteya amedekar biryar daye ku mîtîngê veguherînin meşê. Emê di seat 16:00’ande li ber parka Runakî heya nav bazara Hewlêrê li ber parka Baxê Şar bimeşin.”