MLKP Rojava: Divê em ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û şoreşê biparêzin
MLKP Rojava: Divê em ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û şoreşê biparêzin
MLKP Rojava: Divê em ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û şoreşê biparêzin
MLKP Rojava, bang li gelên Tirkiyeyê kir da ku ji bo Kobanê demildest bikevin nava tevgerê û şoreşê biparêzin.
MLKP Rojava daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Kobaniya ku sê sal e li ber xwe dide careke din bi êrîşan re rû bi rû ye.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê ku Tirkiye piştgiriyê didê ji bo Şoreşa Kobanê têk bibe, parçe bike ketiye nav tevgerê. DAIŞ a li Iraqê pêşketina wê hat sekinandin, niha bi hemû hêza xwe li Kobanê êrîşên xwe didomîne. Her wiha di vê demê de dîsa dewleta Tirk li sînorê Rojava avakirina herêmeke tampon anî rojevê.
MLKP Rojava, da zanîn ku ev bi awayekî aşkera tê wateya dagirkirina Rojava û çeteyên ku ji rojhilat, başûr û rojava heta 10 kîlometreyan nêzî Kobanê bûye, ji Bakur jî dewleta Tirk piştgiriya cebilxane û lojîstîk dide û plana dagirkeriyê bi vî awayî dike jiyanê.
Her roj bi daneyên nû careke din tê ispatkirin ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Hewldanên dewleta Tirk ên derewandin hemû xapandinin. Hikûmeta Tirk a li aliyekî pirsgirêka Kurd di rojevê de dihêle li aliyê din jî amadekariyên şer didomîn û li ser gelê ku daxwaza zimanê dayikê dike zilmê dike.
ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Ermenî, Suryanî hemû baweriyên din, jin, mêr û bindest, hewl tê dayîn ku Şoreşa Rojava li Kobanê bê şikandin. Divê em destûrê nedin vê û sînoran derbas bikin. Divê em alîkariya cebilxaneya ku dewleta Tirk dide bidin rawestandin. Divê niha her kes bersivê bide qîrîna Kobanê û biparêze. Divê her kes bikeve nava tevgerê.”