Modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû rojeva cîhanê
Modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû rojeva cîhanê
Modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû rojeva cîhanê
Li Rojava, li gel ambargoya aborî û siyasî, xebatên modela rêeberiya xweseriya demokratîk ku bi salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê re destpê kirin, li gelemperiya herêmê bû mijara bingehîn a rojevê. Di mijarên edalet, çand, civak, perwerde û jinê de jî gavên girîng hatin avêtin.
Di sala 2013'an de li Rojavayê Kurdistanê li gel berxwedana giştî ya li dijî êrîşên komên çete, pêşketinên li qadên dîplomatîk û siyasî jî bûn mijarên rojev diyar kirin. Di pêla şoreşê ya di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê destpê kir û li gelemperiya Rojava belav bû de, xebaên avakirina rêveberiyên xweser di sala 2013'an de veguherî rewşeke ku bandorê li tevahiya cîhanê bike. Hewldanên destwerdanê yên hêzên navneteweyî û neteweyî jî gihaştin asta herî bilind. Li aliyekî xebatên avakirina rêveberiyên xweser bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî dewam dikir, li aliyê din jî hewl hat dayîn yekitiya navbera Kurdan bê xurtkirin. Lê belê hewldaên astengkirina her du mijaran, di nava salê de dewam kirin.
PÊŞKETINEN SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK
Vîna siyasî ya li herêmê derket holê û sîstema xweseriya demokratîk a li hewl hat dayîn bê afirandin deng vedan û bandoreke mezin li civakê kirin. Rûspiyên hemû eşîrên herêma Cizîrê yaRojavayê Kurdistanê ku di 21'ê Sibata 2013'an de li bajarê Amûdê hatin cem hev, Meclîsa Eşîran ava kirin. Di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku bi pêkhateyên qewmî û baweriyên cuda yên li herêmê re hevdîtin bê kirin û diyalogek hîn berfireh were destpêkirin.
NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ BI KARAYILAN RE HEVDÎTIN KIRIN
Di nava partiyên siyasî yên Kurd de hevdîtinên yekitiyê dewam kirin. Li gel danûstandinên navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) serokên giştî yên 7 partiyan bi Hevserokê KCK'ê Mûrat Karayilan re hevdîtin kirin. Di hevdîtina meha Nîsanê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de Serokê Giştî yê Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê Mûhammed Mûsa, Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyeyê Hemidê Hecî Derwêş, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Yekitiyê ku bi navê Wehdê tê naskirin Şêx Elî, Serokê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li SûriyeyÂe Salîh Gedo, Serokê Giştî yê Partiya Kurd a Demokratîk Cemal Şêx Baqî û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmeddîn Mele Omer û heyetên bi wan re amade bûn. Di hevdîtinê de Karayilan got, "Emê bi hemû rêxistinên feraseta piştevanî û yekitiyê pejirandine re di nava piştevaniyê de bin."
SERDANA RÛSYAYÊ YA DESTEYA BILIND A KURD
Ev pêşketinên li hundir bandora xwe li danûstandinên dîplomatîk jî kirin. Partiyên siyasî yên li Rojava ku biryar dan xebatên xwe yên dîplomasiyê bi navê Desteya Bilind a Kurd bimeşîne û bi vîneke yekane ya siyasî beşdarî platformên navneteweyî bibin, bandoreke mezin li qada dîplomasiyê kirin.Di meha Gulanê de Rûsya Desteya Bilind a Kurd vexwend û di encama hevdîtinên hatin kirin de pêşniyara Desteyê ya li gel DYA, Rûsya, Ewropa û hêzên mûxalîf ên Sûriyê weke hêzekê beşdarî civîna navneteweyî ya Cenevre bibe, hat pejirandin. Bi vî rengî Kurd yekemcar weke vînekê hatin qebûlkirin û şensek bi dest xistin ku li ser navê xwe beşdarî platformeke navneteweyî bibin.
Lê belê piştre, hin hêzên bi serkêşya DYA ketin nava hewldanên ji bo astengkirina beşdariya Desteya Bilind a Kurd li Cenevre-2 û bi derxistina pêş a şexsiyetên Kurd ên mîna Abdulbasît Seyda hewl dan yekitiya Kurdan belav bikin.
HEWLDANÊN PROVOKASYONÊ Û AMÛDÊ
Hêzên li ser herêmê xwedî hesap, lê belê ji ber berxwedana hat nîşandan negihaştin armanca xwe, ketin nava hewldanên provokasyonan. Li dijî van hewldanên ku bi bazirganiya narkotîkê re hewl dan civakê xera bikin, hêzên Asayîşê dest bi operasyonê kirin û dest bi binçavkirina bazirganên narkotîkê kirin. Hêzên li ser herêmê xwedî hesab jî ev yek ji xwe re weke firsend dîtin û hewl dan destwerdanê bikin. Hin kesên ku bi bahaneya binçavkirinên ji ber operasyonên narkotîkê yên li Amûdê hatin bajêr ku di nav de hin kesên nêzî hin partiyên Kurd hebûn û komeke bi navê 313 a çekdar ku ji Tirkiyê piştgiriyê werdigire, di 27'ê Hezîrana 2013'an de êrîşî yekîneyeke YPG'ê ya ji Hesekê vedigeriya kirin. Di êrîşê de şervanekî YPG'ê û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
SERDANÊN TIRKIYEYÊ
Li qada dîplomasiyê li Ewropayê hin hevdîtin hatin kirin û di 25'ê Tîrmehê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, çû serdana Tirkiyeyê ku heta hingî Tirkiye li dijî vîna siyasî ya li Rojava destek da komên çete û di her firsendê de diyar kir ku ew vê vînê nas nake. Di vê serdanê de ku yekem serdana fermî bû Muslim xwest deriyên sînor ji alîkariya însanî re bên vekirin. Salih Muslim di 13'ê Tebaxê de jî ji bo cara duyemîn çû serdana Tirkiyê û danûstandinên xwe dewam kir.
Di 8'ê Cotmehê de jî Desteya Bilind a Kurd (DBK) cara yekemîn li paytexta Tirkiye Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve û sefîrên bilind ên hin welatên Ewropayê re hevdîtin pêk anî. Heyetê her wiha heta 11'ê Cotmehê li Stenbol û Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê hin danûstandin kir û der heqê sîstema li Rojava de agahî da.
GIRTINA SÎNORAN, DÎWARÊ ŞERMÊ Û PIŞTEVANIYA NAVBERA KURDAN
Dema heyeta DBK li Enqereyê danûstandin dikir û dixwest deriyên sînor ji alîkariya însanî re bên vekirin, di heman rojan de rewşeke berevajî rû da. Deriyê Sînor ê Serêkaniyê, ku berê ji aliyan ve bi hêsanî ji bo çûyîn û hatinê û barkirina cebilxaneyê dihat bikaranîn, ji aliyê rayedarên Tirk ve hat girtin. Piştî êrîşên çeteyan ên salekê YPG'ê kontrola bajêr xist destê xwe û Tirkiyeyê vê carê di 10'ê Cotmehê de dest bi lêkirina dîwêr ku di nava gel de weke 'dîwarê şermê' tê binavkirin, kir.
Dîwarê şermê li Nisêbîn, Kobanê û Efrînê ku ji xwe di navbera wan de têl û mayin hene, hat lêkirin.
KURDÊN LI BAKUR Û ROJAVA BER BI SÎNOR VE MEŞIYAN
Lêkirina dîwar li nava raya giştî ya Kurd û qada siyasetê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir. Rayedarên hikûmeta AKP'ê jî îdîa kirin ku ev yek ne dîwar, tedbîrek li dijî derbasbûnên qeçax e. Lê belê bi gotinên şahidan û dîmenên di çapemeniyê de hatin weşandin derket holê ku deriyên sînor ên li herêma Efrînê ku bi awayekî fermî girtiye, bi şev ji bo çûn û hatina çeteyan tên vekirin.
Li dijî dîwarê şermê yê li Nisêbînê hat lêkirin, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di 30'ê Cotmehê de li qada mayinkirî dest bi rojiya mirinê kir. Çalakiya Gokkan ji aliyê çapemeniya Tirk û hikûmetê ve ji nedîtî ve hat, lê di nava Kurdan de dengekî mezin veda. Ji xwe di 7'ê Mijdarê de li hemberî dîwarê şermê û bi armanca destekkirina Gokkan ji gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran mirov herikîn sînorê Nisêbîn-Qamişlo û peyam dan ku ew sînoran nas nakin û destnîşan kirin ku dîwar bi armanca astengkirina yekitiya Kurdan tên lêkirin. Çalakgeran bi dewleta Tirkiyê re paşve gav dan avêtin û lêkirina dîwêr hat rawestandin. Ayşe Gokkan çalakiya xwe di roja 9. de bi dawî kir. Li dijî dîwarê şermê û êrîşan, di 22'ê Kanûnê de li Nisêbîn û Cizîrê bi deh hezaran miro beşdarî mîtîngê bûn.
DERIYÊ SÊMALKA
Deriyê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê di sala 2012'an de ji bo alîkariya însanî hatibû vekirin, piştî ku 70 kesên perwerdeya leşkerî dîtibûn û bi qaçaxî hewl dan derbasî Rojava bibin ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatin binçavkirin, di 19'ê Gulanê de ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hat girtin. Girtina deriyê sînor li nava raya giştî ya Kurd rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Di 20'ê Gulanê de Serokatiya Herêma Kurdistana Federal daxuyaniyek da û PYD sûcdar kir. TEV-DEM'ê jî di daxuyaniya xwe de bang li Barzanî kir ku bi berpirsyarî rabe.
POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ
Ji aliyekî ve bi sedemên cuda deriyên sînor hatin girtin, lê belê ji aliyekî din ve di çarçoveya polîtîkaya koçberkirinê de destûr ji bi deh hezaran mirovan re hat dayîn ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Lê belê welatiyên koç kirin, piştre ji ber nêzîkatiyên rêveberiya herêmê li cih û warên xwe vegeriyan.
ÇÛYÎNA SALIH MUSLIM HAT ASTENGKIRIN
Rêveberiya Başûrê Kurdistan ev polîtîkaya xwe gaveke din bi pêş ve bir û destûr neda Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Muslim di 17'ê Cotmehê de xwest ji Deriyê Sêmalka derbas bibe û danûstandinên xwe yên dîplomatîk ên li derveyî welat dewam bike. Lê belê rayedarên başûrî destûra derbasbûna Muslim nedan. Rayedarên Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyên xwe yên piştre de li xwe mukur hatin ku wan destûra derbasbûna Muslim nedane.
HEYETA KOMÎTEYA AMADEKARIYA KONGREYA NETEWEYÎ YA KURD ÇÛ SERDANA ROJAVA
Di serî de rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji ber ku hin derdoran komkujî û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên komên çete yên li dijî Rojava ji nedîtî ve hatin, Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd heyetek şand Rojavayê Kurdistanê. Heyetê di navbera 19-23'ê Tebaxê de li Rojava lêkolîn kir û piştî rapora heyetê ji aliyê komîteya amadekar ve hat nirxandin ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî û rêveberiya KCK'ê re hat şandin. Di raporê de daxwazên lezgîn û sereke yên ji bo rakirina ambargoya li hemberî gelê Rojava û destpêkirina alîkariya lezgîn hatin bilêvkirin.
Di raporê de bi îfadeyên şahidan hat destnîşankirin ku komkujî û pêkanînên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Lê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê piştre daxuyaniyek da û îdîa kir ku di raporê de hatiye îdîakirin ku komkujî nîne. Li hemberî vê rewşê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî û heyeta çû Rojavayê Kurdistanê anîn ziman ku eger ev daxuyanî neyê sererastkirin, ewê naveroka raporê bi raya giştî re parve bikin.
PYD'Ê BI PARTIYÊN KURD Û SURYANÎ RE KOMÎTEYA HEVPAR AVA KIR
Li gel danûstandinên dîplomatîk, hevdîtinên navbera partiyên li Rojava jî dewam kir. Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya armanca vîn û xebata hevpar de di 13'ê Îlonê de bi Partiya Yekitiya Suryaniyan re komîteya xebatê ya hevpar ava kir. PYD'ê di 20'ê Îlonê de jî bi rayedarên Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê li bajarê Qamişlo hat cem hev. Di civînê de biryar hat dayîn ku têkoşîna hevpar were meşandin û di navbera herdu partiyan de komîteyên xebatê werin avakirin.
DU PARTÎ BEŞDARÎ MGRK'Ê BÛN
Yek ji pêkhateyên Desteya Bilind a Kurd MGRK li gel xebatên xwe yên li nava desteyê, di warê yekitiya Kurdan de jî gavên girîng avêt. Di encama vê xebatê de di destpêka meha Îlonê de Partiya Komunîst, piştî demekê jî Partiya Lîberal beşdarî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bûn.
ASYA EBDULLAH LI AMEDÊ SÎSTEMA XWESERIYÊ VEGOT
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah ku ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya li Amedê hat vexwendin, piştî ku 3 saetan li ser sînorê Dirbêsiyê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hat rawestandin, derbasî Amedê bû. Ebdullah li vê derê beşdarî mîtîngê bû û piştre bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr re hevdîtin kir. Ebdullah li vir sîstema xweseriyê ya li Rojava li ser xebat tê meşandin, vegot.
BI EXDER BRAHÎMÎ RE HEVDÎTIN
Di 30'ê Cotmehê de heyetek ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) li paytexta Sûriye Şamê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereb ê Sûriyeyê El Exder Brahîmî re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de li ser qewimînên li herêmê û civîna Cenevre-2 de nêrîn hatin parvekirin.
Li Ewropayê jî di çarçoveya amadekariyên civîna Cenevre-2 de bi rayedarên Rûsya û welatên Ewropayê hevdîtin hatin kirin.
ENKS'Ê PEYMAN BINPÊ KIR
Di rewşeke ku vîna siyasî ya Kurdan li qada navneteweyî dihat pejirandin û ji bo beşdariya li Cenevre-2 hewayeke erênî derket holê de, Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) biryar da bi mûxalefeta Sûriyeyê re beşdarî Cenevre-2 bibe. ENKS ya di 21'ê Cotmehê de li Qamişlo li hev kom bû, biryar da beşdarî nava Mûxalefeta Sûriyeyê bibe. Li gel biryara Desteya Bilind a Kurd a 'Ji bilî Konseyê ti alî bi tena serê xwe nikare li ser navê Kurdistan xebatê dîplomasiyê bimeşîne' ENKS'ê ev biryar girt û daxawzên ENKS'ê jî heta niha ji aliyê Mûxalefeta Sûriyeyê ve nehatiye pejirandin. Ev biryara ENKS her wiha weke biryarek ji bo parçekirina Kurdan hat nirxandin.
AVABÛNA RÊVEBERIYÊN XWESERIYA DEMOKRATÎK
Bi şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re xebatên rêveberiya xweseriya demokratîk ên bi avabûna rêveberiyên cewherî yên gel destpê kirin, di salvegera 19'ê Tîrmehê de derbasî qonaxeke nû bû. Projeya Reveberiya Xweser a bi beşdariya hemû nûnerên gelên li Rojava, ji aliyê PYD'ê ve di meha Tîrmehê de hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de bi derdorên siyasî yên Kurd re xebatên amadekariyê hatin destpêkirin û proje ji pêkhateyên din ên etnîkî û komên baweriyan re hat ragihandin.
Di 14'ê Tebaxê de amadekariyên projeyê hatin xurtkirin û ket qonaxeke nû. Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah der barê mijarê de li avahiya partiya xwe ya li Qamişloyê civîneke çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku ew di amadekariyan de derbasî qonaxa duyemîn bûne û dê her beşan beşdarî xebatê bikin. Ebdullah ragihand ku wan proje pêşkêşî sazî, rêxistin û partiyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Ermeniyan kirine û ji nûnerên wan reaksiyoneke erênî dîtine. Ebdullah diyar kir ku ewê piştî civîna bi nûnerên hemû pêkhateyan re şeklê dawî bidin projeya ji 9 xaland.
Di 8'ê Îlonê de jî nûnerên MGRK Û ENKS hatin cem hev, ragihandin ku ew xwedî li projeyê derdikevin û komîteyên hevbeş ava kirin. Ji vê demê û pê ve proje li ser navê her du meclîsan pêşkêşî pêkhateyên etnîkî û olî yên din hat kirin.
Komîteyên hatin ava kirin, bi hemû partiyên siyasî û pêkhateyên etnîkî û olî re hevîtin pêk anîn û di 7'ê Mijdarê de bi beşdariya hemû pêkhateyên etnîkî li Qamişloyê civînek hat lidarxistin. Di civînê de proje hat nîqaşkirin û pêşniyarên berçav hatin kirin û dewama vê civînê di 12'ê Mijdarê de pêk hat. Di encama civînê de Meclîsa Hevpar a Damezrîner a Rêveberiya Demî hat avakirin. Di bin sîwanê meclîsê de jî komîteyên li ser qanûna hilbijartinê, şêweyê rêveberiyê û qanûndanînê, hatin avakirin. Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) ku berê xwedî li projeyê derket, beşdarî civînê nebû. Lê belê hin partiyên ser bi vê meclîsê ve, beşdar bûn.
BANDORA WÊ YA LI CÎHANÊ
Îlana meclîsê li nava Kurdan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, lê hêzên navneteweyî û herêmî li dij derketin. Koalîsyona Mûxalefeta Sûriyeyê hemû pêkhateyên projeya rêveberiya xweser bi xiyanetê sûcdar kir, DYA jî daxuyaniyek der heqê gumanên xwe de da.
Tirkiye ku ji pêvajoya şoreşê ve li dijî pêşketinên li Rojava derket, ev helwesta xwe dewam kir û bi gefan diyar kir ku ewê destûrê nedin avabûneke li Rojava. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir.
DAXUYANIYA BARZANÎ
Daxuyaniya herî dijber jî ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî hat. Barzanî kuk Erdogan ew vexwen Amedê, di 14'ê Mijdarê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku li Rojava şoreş nîne û îdîa kir ku PYD'ê herêm daye rejîmê.
Piştî rojekê Barzanî çû Amedê û di çapemeniyê de derket holê ku di navbera Barzanî û Erdogan de peymanek ji 4 xalan a li dijî Rojava hatiye morkirin. Ji xwe Erdogan di bernameyeke televîzyonê ya piştre de diyar kir ku ew bi Barzanî re li dijî Rojava bi hev re tevdigerin.
Di 1'ê Kanûnê de jî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) li navenda PYD'ê ya li Qamişloyê hatin cem hev û mijarên civîna Cenevre-2 û Rêveberiya Demî nirxandin. Di civînê de biryar hat dayîn Desteya Bilind a Kurd were aktîfkirin. Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya temsîlkariyeke bi yek heyetê li Cenevre-2 û biryar hat dayîn ku di vê mijarê de komîsyonek bê avakirin.
Di 2'ê Kanûnê de bi beşdariya meclîsa amadekar a rêveberiya demî û komîteyên wê de li Qamişlo civîneke duyemîn pêk hat û di îlana rêveberiya xweser de gaveke din a girîng hat avêtin. Di civînê de navê Meclîsa Hevpar a Rêveberiya Demî weke "Meclîsa Çêkirina Qanûnan" hat guhertin û biryar hat dayîn rêveberên Efrîn, Kobanê û Cizîr ên di plana berê de bi ser meclîseke navendî ve hatibûn girêdan, xweser bin. Navê kantonan jî weke "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk..." hat destnîşankirin.
Komîteyên qanûna hilbijartinê, amadekirina qanûnan û şêweya rêveberiyê yên xebatên rêveberiya xweseriyê dimeşînin dan xuyakirin ku beriya sersalê dibe ku ew xebatên xwe temam bikin û banga kombûnê li meclîsê bikin.
ENKS'Ê XWE VEKIŞAND
Li ser van pêşketinan ENKS di 5'ê Kanûnê de kom bû û biryar da ku beşdarî rêveberiya xweseriya demokratî nebe, ji Desteya Bilind a Kurd derkeve û bi heyeteke cuda beşdarî Cenevre-2 bibe.
HEVDÎTINA PKK Û PDK'Ê
Di rewşeke bi vî rengî de li ser navê KCK'ê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku di mijara Rojava de di navbera PKK û PDK'ê de lihevkirineke girîng çê bûye. Li gorî vê yekê dê Desteya Bilind a Kurd bê aktîfkirin û ji bo bi helwesteke hevpar biçin Cenevre plan hat kirin ku hêzên siyasî yên Rojavayî li Hewlêrê li hev kom bibin.
ERDOGAN Û BARZANÎ HEVDÎTIN KIRIN
Heman piştî daxuyaniya KCK'ê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Konyayê hatin cem hev.
HERDU MECLÎS HATIN CEM HEV
Dîsa piştî daxuyaniya KCK'ê nûnerên MGRK û ENKS'ê di 17'ê Kanûnê de li Hewlêrê hatin cem hev. Li dû hevdîtina roja yekemîn ku 16 saetan dewam kir, di mijara beşdariya li Cenevre-2 de nêrîneke hevgirtî derket holê. Hevdîtinên heyetan li ser mijarên modela rêveberiya xweser, vekirina deriyên sînor heta 23'ê Kanûnê dewam kir. Di hevdîtinan de lihevkirin çê bû ku Deriyê Sînor ê Sêmalka ji alîkariya însanî û çûn û hatina welatiyan re bê vekirin. Di mijara modela rêveberiya xweser a demokratîk û peymana Hewlêrê de jî biryar hat dayîn ku di demên pêş de hevdîtin çê bibin.
HEVDÎTINA BI CERBA RE
Di dema dewamiya hevdîtinan de Serokê Koalîsyona Mûxalefeta Sûriyeyê Ahmet Cerba çû Hewlêrê û bi nûnerên ENKS'ê re hevdîtin kir. Ev hevdîtin ji aliyê derdorên siyasî ve weke hewldanên ji bo xerakirina yekitiya navbera Kurdan hat şîrovekirin. Ji xwe ji hevdîtinan hînê encamek derneketiye.
JINAN DI NAVA ŞOREŞÊ DE ŞOREŞ PÊK ANÎN
Jinên ku ji destpêka pêvajoya şoreşê ve xwe bi navê "Yekitiya Star" birêxistin kirin, li qadên siyasî, aborî, civakî, parastin û çandî de sazîbûna xwe ava kirin; di mijarên perwerde, malbat, siyaset, aborî û asayîşê de jî di çareseriya pirsgirêkan de roleke aktîf lîstin.
AKADEMÎ Û NAVENDÊN JINÊ
Jinên ku di perwerdeya zimanê dayikê de girîngî dan roja jinê, di Sibata 2013'an de di bin sîwanê SZK de Yekitiya Mamosteyên Jinên Kurd ava kirin. Bi armanca belavkirina îdeolojiya jinê li nava civakê jî li Dêrik, Efrîn û Kobanê bi navê "Akademiyên Ramanê yên Star" di Çile û Adarê de 3 akademî ava bûn. Li van akademiyan di nava tevahiya salê de bi dehan dewreyên perwerdeyê vebûn, bi sedan jin di mijarên "siyasî, aborî, ziman, çand û civakî" de di perwerdeyê re derbas bûn. Dîsa li SerêkaniYê, Minbic, Til Temir û Hesekê Navendên Zanyarî û Perwerdeyê yên Jinê vebûn.
Yekitiya Star di navbera 19-20'ê Nîsanê de li Rimêlan 5. Konferansa xwe lidar xist, di warê siyasî, aborî, rêxistinî, çandî û civakî de biryarên girîng stend. Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jî di 3'ê Gulanê de li Dêrikê Konferansa xwe ya duyemîn lidar xist.
Piştre Akademiya Ramanê ya Jinan a Dêrikê navenda xwe bir Rimêlan li vir di nava meha Cotmehê de yekemcar ji bo jinên Suryanî dewreya perwerdeyê organîze kir.
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jî di 25'ê Hezîranê de li bajarê Amûdê bi navê Şehîd Ronahî Akademiya Jinên Ciwan ava kir.
KOMÎTEYÊN ABORIYÊ YÊN JINAN AVA BÛN
Li qada aboriyê jî di bin sîwanê Yekitiya Star de Komîteya Aboriyê ya di sala 2012'an de ava bû civîna xwe ya yekemîn di 10'ê Hezîranê de li Qamişlo pêk anî û biryar da ku li tevahiya bajarên herêm Cizîrê komîteyan ava bike. Di çarçoveya biryarê de li herêm Cizîrê komîtebûyîn pêk hat. Komîte yê her wiha li bajarên Dêrikê, Qamişlo, Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê di mijarên tevnê yên xalî, terzîxane, pastaxane 7 kargeh vekir.
ÎNSIYATÎFA JIÊN SÛRIYEYÊ AVA BÛ
Jinên ku li qada siyasî jî gavên girîng avêt, di 28'ê Adarê de li Qamişloyê bi konferansê re di pêşengiya Yekitiya Star "Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê" hat îlankirin. Di konferansê de di mijarên mafên jinan û rêxistinbûyîna li Rojava û Sûriyeyê de biryarên amadekirina qanûnan hatin wergirtin.
Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê encam û armancên konferansa xwe bi nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ereb, Desteya Bilind a Kurd û Yekitiya Ewropayê re şand û ji organîzatorên Cenevre-2 daweta beşdariya li civînê wergirt.
Tevî jinên Kurd Rêxistinên Jinan ên Suryanî, Asûrî û Keldanî di 22'ê Hezîranê de li Dêrikê konferansa xwe ya yekemîn lidar xistin û peyam dan ku ji bo avakirina civakeke demokratîk ewê têbikoşin.
Li qada parastinê jî jinan xwe birêxistin kirin û li Efrîn, Kobanê û Qamişlo yekîneyên asayîşê yên jinan ava bûn.
Li qada civakî jî jin bûn hêza çareseriyê û bi armanca destekkirina jinên bêkes û pêwistî bi alîkariyê dibînin, di 27'ê Cotmehê de li Kobanê Komeleya Jinan a Rohilat vekir. Bi armanca têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê, di 1'ê Tîrmehê de li Qamişlo Komeleya Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê ya Sara hat vekirin.
PÊŞKETINÊN LI QADÊN CIVAKÎ, ÇANDÎ, EDALET, ZIMAN Û ABORIYÊ
Gelên Rojavayê Kurdistanê ku li ser axa xwe bûn vîn û nîşan dan ku dikarin bibin hêza çareseriyê ya rêveberiyê, di warê civakî, çandî, edalet, ziman û aboriyê de jî gavên girîng avêtin.
Bi pêvajoya şoreşê re yekemcar bi awayekî azad û fermî pîrozbahiyên Newrozê hatin organîzkirin û di pîrozbahiyên bi beşdariya bi dehhezaran de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya "Ji nû ve avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" hat xwedin û xwedî lê hat derketin.
Bi armanca mayîndebûna destketiyên şoreşê û di warê çandî û ramanî de civak zane bibe li Efrîn, Kobanê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Rimêlanê saziyên Ramanê yên Nûrî Dêrimî hatin vekirin, li van deran bi sedan mirov di dewreyên perwerdeyê re derbas bûn.
Xebatên li ser perwerdeya zimanê dayikê tevahiya salê dewam kirin û di sala nû ya perwerde û hîndekariyê de li hemû dibisitanên fermî dersên bi zimanê Kurdî hatin dayîn. Saziya Zimanê Kurd (SZK) li aliyekî xebatên perwerdeyê dewam kir, li aliyê din hewl da bersivê bide pêwistiyan. Di vê çarçoveyê de li Qamişloyê Akademiya Ziman hat avakirin da ku bersiv ji pêwistiya mamosteyan re bê dayîn.
Di qada çandê de jî ku xwedî bingeheke dewlemend e, sazîbûnên berçav bi pêş ketin. Li gelek bajarên mîna Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Heleb, Efrîn û Kobanê, navendên çand û hunerê ava bûn û bi komên muzîk, folklor, şano, komên zarokan re xebatên girîng hatin kirin.
Li qada xizmetê jî bersiv ji pêwistiyên gel re hat dayîn û Meclîsên Gel hewl da çareseriyê biafirîne. li hemberî sîstema hiqûqê ya dewletê, Komîteya Edaletê ya berê hat avakirin xebatên xwe da rûniştandin û ji bo li bajaran sîstema edalet û exlaqê were rûniştandin, xebat meşand. Bi ser Desteya Bilind a Kurd ve girêdayî Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Dîsa bi armanca rûniştandina sîstema hiqûqê, di 4'ê Nîsana 2013'an de Şaxê Edaleta civakî û Hiqûqê ya Akademiya Zanyariyên Civakî ya Mezopotamyayê hat avakirin. Bi armanca şopandina binpêkirina mafên mirovan, Komeleya Mafên Mirovan hat avakirin.
AMBARGO Û KAMPANYA
Ji ber ambargoya li hemberî herêmê pirsgirêkên tenduristî û aboriyê zêde bûnBi armanca şikandina ambargoyê û çareserkirina pirsgirêkan Saziya Pêşxistina Aboriya Rojavayê Kurdistanê ava bû. Saziya ku ji bo aboriya civakî bi pêş bixe ava bû, li bajarên Kobanê û Dêrikê şaxên xwe vekir û dest bi xebatên kooperatîfbûyînê kir.
Li dijî ambargoya hêzên navneteweyî û herêmî, li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê seferberî hat îlankirin û kampanyayê alîkariyê hatin destpêkirin. Alîkariyên destpêkê jî di 8'ê Sibatê de ji deriyê sînor ê Nisêbînê gihaştin Qamişloyê. Dûre jî ji Dirbêsiyê, Kobanê û Efrînê, alîkariyên ji Ewropa û Bakurê Kurdistanê gihaştin Rojavayê Kurdistanê.