Mora girtinê li dibistana Kurdî a Ferzad Kemanger dan
Mora girtinê li dibistana Kurdî a Ferzad Kemanger dan
Mora girtinê li dibistana Kurdî a Ferzad Kemanger dan
Li Tirkiyeya ku Tayyîp Erdogan dersa hilbijartî ya Kurdî weke "gava dîrokî" pêşkêş kir, dibistanên wê perwerdeya bi zimanê Kurdî bidan rojekê jî nehatin tehemûlkirin. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a îro li Amedê hat vekirin, ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a bi pêşengiya Kurdî Der, TZP Kurdî û Egîtîm Senê li Amedê hat vekirin, li dû biryara lêpirsînê ya Dozgeriya Komarê ya Amedê, hat morkirin.
Di roja destpêkê ya sala 2014-2015 a hîndekariyê de zarokên Kurd daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê anîn ziman û dibistanên dewletê boykot kirin. Li Amed, Cizîr û Geverê jî, 3 dibistanên bi perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin vekirin.
Li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a Cizîrê, li Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a Geverê û li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a Amedê, hînê zarokan dest bi dersê nekirin dadgeriya Tirk ket nava tevgerê. Dozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya xalên TCK yên "Bê destûr saziya perwerdeyê hatiye vekirin" û "Li ser navê rêxistinên sûc hatiye kirin" lêpirsîn da destpêkirin.
Heman piştî lêpirsînê, bi sedan polîsên fermî û sivîl bi maşînên zirxî û TOMA'yan avêtin ser dibistanê û mora girtinê lê dan.
Rêveberên dibistanê, xwendekar û malbatên xwendekaran li hewşa dibistanê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.