Rûsyayê ragihand ku di civîna beriya hefteyekê de bi piştgiriya hikûmeta Tirk sempozyonek li Stenbolê hatiye lidarxistin û di vê sempozyonê de peyamên li dijî Rûsyayê hatine. Rûsyayê ji ber vê yekê notaya protestoyê da dewleta Tirk.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Derve ya Rûs ve hat dayîn de tê gotin ku di encamnameya Sempozyûma Navneteweyî ya Kafkasyayê ya di 13’ê gulanê de li Stenbolê de li hemberî Rûsyayê banga piştgiriya rêberê Çeçen Dokû Ûmarov û rêxistina di bin rêbertiya wê de tê kirin.
Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku notaya protestoyî dane Balyozê Tirk ê li Moskowê.