Raportora Tirkiyeyê ya Meclîsa Parlemeterên Konseya Ewropayê (MPKE) Josette Durieu, di daxuyaniya da ANF’ê de got; “Ji bo evqas êş û mirinan êdî bes e.” û destnîşan kir ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd, “muzakereyên bi metnek an jî peymaneke nivîskî bi encam bibe” ye. Durieu got; “Ji bilî vê tu çareyeke din tune, êdî Kurd jî di daxwazên mafê xwe de ewqas bi israr in ku, ger pirsgirêk zêdetir were taloqkirin, ev yek jî tê wateya zêdetir mirin û êşan.”
Raportora MPKE’yê di hefteyên borî de hatibû serdana Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokê CHP’ê kemal Kiliçdaroglû, Serfermandarê berê yê Artêşa Tirk Îlker Başbûg re hevdîtin pêk anîbû. Durrieu li Enqere, Amed û Stenbolê jî gelek hevdîtin pêk anîbû û daxuyaniyên girîng der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de dabû.
Senatora sosyalîst a Frensî û seroka berê ya monitorig a MPKE’yê Durrieu diyar kir ku wê li Tirkiyeyê gelek hevdîtin pêk anîne û ragihand ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî serî li cihên fermî dane û got ku ew bi girîngî li benda vê hevdîtinê ye.
ME DAXWAZA HEVDÎTINA BI OCALAN RE KIR, EW MUXATAB E
Durrieu got; “Ji bo tevgera Kurdan jî; ez bê dudilî balê dikişînin ser navê; Birêz Ocalan heye” û berdewam kir; “Ew bi di rêveberin, beralîkirin û çalakiyên vê tevgerê de… xwedî berpirsyartiyek nayê gotûbêjkirin e, mirov nikare vê rastiyê gotûbêj bike. Jixwe ji ber van sedeman di girtîgehê de ye. Me weke raportora Konseya Ewropayê xwest hevdîtin pêre pêk bînin û ev daxwazek di cih de ye, ji bo ez bikarim vê wezîfeyê bikim, divê şert û merc bên afirandin. Ez vê yekê weke wezîfeyeke pir normal dibînim.”
NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ NAVÊ OCALAN NAYÊN QEBÛLKIRIN
Durrieu nerazîbûn û bertekên li hemberî navê Ocalan rexne kir û got; “Min fêm nekir, çima ewqas nerazîbûn û mudaxele li hemberî karanîna navek wiha û yên ku wî navî tînin ziman heye… Nexêr, nexêr.. ev yek wiha nabe. Çawa Kurd vî navî tînim ziman,hema dibin hedef.”
KURD BI DAXWAZÊN XWE DE BI BIRYAR IN
Durrîeu bal kişand ser van xalan : “Rastî ev e. Dewleta Tirk ya ku netewên din nas nake, êdî rastiya Kurdan, hêza wan ya mezin, ku qet qels nakevin û heta her ku diçe hêzan zêde dibe, dibîne. Rastiya Kurdan ya di daxwazên nasnameyê de dibîne. Ev daxwaza wan jî qet qels nabe. Divê ev li ber çavan bê girtin.”
BI KURDAN RE PEYMAN HEWCE YE
Durrîeu ku kesa herî girîng ya MKPE’yê ye wiha got: “Li hemberî vê meseleyê biryara siyasî ya Tirkiyeyê jî di nav de , di her alî de divê biryara xwe bide. Ji bo ku Tirkiye bigihêje vê aramiyê ev hewce ye. Dema vê bêje, naveroka wê dê çawa be? Bi rastî ez jî nizanim. Belê bersiva wê bi min re jî tune! Lê di rastiya xwe de rêya vê ya ku dê biçe diyar e! Ev jî muzakereyên ku bi peyman û metneke nivîsî pêkan e.
Belê muzakere.. muxatab jî yên li hemberî we ne. Ev kî ne? Berpirsên kurd, nûnerên kurd in!” Durrîeu bi van daxuyaniyên xwe bi awayekî aşkere muxatab nîşan da.
DIVÊ DIJMINAHÎ BI DAWÎ BE
Durrîeu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê zanîn, qedandina şer ji axaftin û muzakerayan pêk tê. Her wiha di pevçûnan de axaftin û muzakere ji berê de heye. Axaftin û muzakere bi dijmin re tên kirin. Ji bo ku pevçûn şer bi dawî bibin, kesên ku qet tu naxwazî bibînî, muzakereyê dikî. Li ku ma ku ev siyasî ye. Tenê çareseriya vê jî ev e. Rê û rêbaz muzakere ye. Ev bi kê re tê kirin. Bê guman bi yên ku niha li ser dikê ne re. Daxwaza min a sereke eve. Hêviya min eve bigihêje armancê.”
KONSEYA EWROPAYÊ AKTOR E
Durrîeu wiha pê de çû: “Em tenê ne çavdêr û şopdar in. Em di heman demê de aktor in. Li ser vî esasî divê em ji bo vê meseleyê çareseriyê bibînin. Bê niha li holê gelekî ku mafên xwe yên otonom dixwaze heye. Em nekarin wekî ku tune be tevbigerin. Ez bang li konseya Ewropayê dikim ku bila berpirsyariyê zêdetir bigire ser xwe.”
JI MIRINAN RE BES E
Durrîeu di axaftina xwe de destnîşan kir ku bila êdî evqas mirin çênebin û wiha got: “Mirov nekarin her tim ji bo çareseriyê mirin, şîdet û pevçûnan bidomînin. Ev ne rast e. Şîdet ranaweste. Mirov dimirin. Dema em li wir bûn jî bûyer çêbûn. Wê rojê 8 kes miribûn. Ji ber vê ez dibêjim ku bila êdî mirin çênebin. Niha ez ji bo vî welatî tenê tiştekî dixwazim. Bila mafê û derfet ji bo gelan bên nasîn.”