Der barê tenduristiya rêberê rûxayî yê Misirê Husnî Mubarek de agahiyên ku li hev nayên tên. Lê bi awayeke giştî rewşa tenduristiya Mubarek ne baş e.
Li gorî hin agahiyên agahiyan, mejiyê Mubarekê 84 salî miriye û ji girtîgeha lê dima veguhestine nexweşxaneyeke leşkerî.
Beşek ji çapemeniya Misirê ragihand ku, mejiyê Mubarek êdî miriye û televîzyona Nil TV jî ragihand ku ji bo Mubarek li jiyanê vegere muxeleya bijîşkî berdewam dike.
Hêjayê gotinê ye ku di dema nûçeyên der barê rewşa tendurîstî ya Mubarek de belav bûn de, bi hezaran gelê Misirê li paytext Qahîreyê daketin qada Tehrîrê û xwestin Konseya Bilind a Leşkerî ya Misirê ku ji dema rûxandian desthilatiya Mubarek ve hemû rayeyên sivîl desteser kiriye, careke din li sivîlan vegerîne.