Îdiayên ku serokdewletê rûxayî yê Misrê Husnu Mubarek di girtîgehên de qeyrana dil derbas kiriye û piştre mirina mêjî çêbûye, hate derewandin. Artêşa Misrê, diyar kir ku Mubarek li ber mirinê ye û girêdayê unîteya jiyanê ye.
Duh êvarê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Misrê (MENA) di nûçeya ku weşand de diyar kir ku Husnu Murek li girtîgeha ku dimîne, qeyrana dil derbas kiriye û di alîyê klînîkî de jiyana xwe ji dest daye.
Ji Konseya Leşkerî yê Misrê General Saîd Abbas ji ajansa Reuters re axivî û diyar kir ku Mubarek şeht bûye û nûçeyên der barê mirina klînîk de jî derewand.
Televîzyona dewletê ya Misrê jî got ku Mubarek ji girtîgeha Tora ya Qahîreyê rakirine Nexweşxaneya Maadî ya Leşkerî û di unîteya beşa lezgîn de ye. Parêzerê malbata Mubarek jî got ku Mubarek niha li unîteya lênerîna lezgîn de ye. Hevsera Mubarek Suzanne jî got ku rewşa Mubarek her diçe baştir dibe. Nûçegîhana El Cezîre yê Qahîreyê Mîke Hanna jî got Mubarek hêj di komayê de ye.
Sala borî di encama serhildana gel de Husnu Mubarek yê 84 salî ji peywirê hate girtin, di dadgeha taybet ya Qahîreyê de hate darizandin û rastî cezayê muebetê hat. Mubarek di hucreya girtîgeha Torayê de bû.