‘Mûdaxeleya sînor’ Erdogan têr nake

‘Mûdaxeleya sînor’ Erdogan têr nake

Serokê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku di 30’ê Tebaxê de tevlî resepsiyonê bûyî li ser mijara mûdaxeleya Sûryeyê de wiha axivî, “ Êrişa li ser Sûryeyê a sinor wê me têr neke. Pêwiste operasyonekî wek a Kosova be.” Her wiha got da zanîn ku dê ne êrîşek rojek-rojan be, pêwiste operasyoneke ku rejîmê têk bibe."

Erdogan girêdayî daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê DYA’ê John Kerry de wiha got; “Ger li daxuyaniyên Kerry bê temaşekirin, di ser zîrveya G20 de mudaxele dikare were kirin. Erdogan da diyarkirin ku wê di navbera dîrokên 5-9’ê Îlonê li pêş zîrveya Petersburg’ê li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hevdîtin pêk bîne.