Mufetîşên NY careke din diçin Sûriyeyê

Mufetîşên NY careke din diçin Sûriyeyê

Piştî ku Moskowayê rapora pisporên NY a têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî weke “pêş daraz” nirxand, hate aşkera kirin ku, mufetîşên NY dê careke din biçin Sûriyeyê. Rûsya dibêje bikaranîna çekên kîmyewî provokasyonek ya komên çekdar e.

Serokê heyeta pisporên çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî Aake Sellströmê Swêdî daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Erê me dê careke din biçin Sûriyeyê.” Sellström diyarkir ku, demê çûyînê hêjan nehatiye aşkera kirin û anî ziman ku, “Ez nabêjim em dê kengê biçin lê em dê didemek kin de biçin.”

Mufetîşên NY ji bo lêpirsînê di meha Tebaxê de çûn Sûriyeyê û di 16’ê Îlonê de raporên xwe temam kirin. Di raporê de hate gotin ku, di êrîşa 21’ê Tebaxê li Şamê pêkhat, delîlên bibawer û vekirî ên bikaranîna gaza sarînê hene. Lê belê raporê di derbarê kê ev êrîş pêkaniye tesbît nekiriye.

Lê belê Washington û Parîs ku serkêşiya welatên rojava dikin, didin diyarkirin ku gûman tuneye êrîş ji aliyê rejima Şamê ve hatiye kirin. Li gorî Washingtonê di vê êrîşê de zêdetirî 1400 kes mirin. Rûsya jî dibêje, ji bo rê li mudaxeleyekî leşkerî vekin provokasyonekî komên çekdar e.

Aake Sellström destnîşan kir ku, qismek yê raporê hatiye aşkera kirin û got: “Rapora di destê Sekreteriya Giştî ya NY ku hatiye formule kirine heye û kiryarên ji meha Adarê heya niha ku herdu aliyan sûcdar diikn jî hene.” Li gorî Sellström têkildarî 13 heya 14 sûcdariyan pêwîstî bi lêpirsînê heye. Sellström da diyarkirin ku, mufetîş li ser wê yekê nerawestiyan ku êrîşa 21’ê Tebaxê a li Şamê kê kiriye û got: “Ew ne erkê me ye.”

 RÛSYA: DI DESTÊ ME DE BELGEYÊN NÛ HENE

Rûsyayê bertek nîşanî raporê da. Alîkarê Wezîrê Derve ê Rûsyayê Sergey Riabkov aşkera kir ku, mufetîşên NY rapora Sûriyeyê “hilbijartiye” û “kêm” amade kiriye û vê nerihetiye bixwe re anî. Riabkov anî ziman ku, “Heta ku di derbarê bûyerên rûdane, nebin xwedî tabloyekê, dê encamên lêkolîna mufetîşên NY dê weke pêşdaraz, yek alî û siyasî were nirxandin.”

Wezîrê alîkar destnîşan kir ku, belgeyên gihane destê Rûsyayê nîşan dide ku, êrîşên 21’ê Tebaxê provokasyona komên çedarin. Riabkov got: “Rûsya li ser van agahiyan dest bi lêkolînê kir. Em dê niha encamekê nederxînin lê belê, belgeyên ku ji aliyê Sûriyeyê ve ji me re hatine şandin ku serhildêr tevlî êrîşa 21’ê Tebaxê a li Sûriyeyê bûne, bicidiyetek mezin dinirxînîn.” Riabkov bilêv kir ku, li gorî pisporên Rûs agahî dane me, diyar dibe ku komên cedar tevlî bikaranîna çekên kîmyewî bûne, şahdi û delîlan bihêz dike.

DEMILDEST PÊWÎSTE PISPORÊN NY VEGERIN SÛRYEYÊ

Li aliyê din jî nûnerê Rûsyayê ê di nava NY’ê de Vitali Çurkin bang kir ku, pêwîste demil dest pisporên NY vegerin Sûriyeyê. Çurkin xwest Aake Sellstrom mîsyona xwe ya li Sûriyeyê bicih bîne û êrîşa di 19’ê Adarê li nêzî Helebê rûda û jehrîbûna leşkerên Sûriyeyê ên di dîrokên 22, 24 û 25’ê Tebaxê lêkolîn bike.