Munewer Kara li Qendîlê hat bîranîn
Munewer Kara li Qendîlê hat bîranîn
Munewer Kara li Qendîlê hat bîranîn
Mamosteya zimanê Kurdî û têkoşera azadiya gelê Kurd Munewer Kara bi nasnav Evîn Yadîgar li qadên gerîla li ser gora xwe hat bîranîn.
Mamosteya zimanê Kurdî ya li wargeha Şehîd Rustem Cûdî Munewer Kara bi nasnav Evîn Yadîgar, di 30'ê Hezîrana 2009'an de tevlî refên gerîla bû û di encama êrîşeke hewayî ya li hemberî herêm Qendîlê de li gel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Kara, li wargehê 3 rojan konê sersaxiyê hat vedan û malbat sersaxiyan qebûl kir. Piştî serdanên li wargehê li goristana Şehîd Mehmet Karasungur a li Qendîlê bîranînek pêk hat. Di serî de malabata Kara, girseyek gel ji wargehê ji bo biranînê çû qadên gerîla. Di bîranîna ku li ser gora Munewer Kara pêk hat de endama Konseya Rêverber a KCK'ê Sozdar Avesta, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Nûrhak û hevalên Munewer Kara; komek gerîla amade bûn.
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta di bîranînê de axaftinek kir û bi berfirehî behsa têkoşîna cangoriyên Kurdistanê kir. Avesta destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya canfedayiyên xwe hatiye roja me ya îro. Sozdar Avesta anî ziman ku di serî de Rêber Apo û tevgera azadiya gelê Kurdistan di şopa cangoriyan de dimeşin. Awesta herî dawî jî bal kişand ser rola jina Kurd a di têkoşîna azadiyê de û anî ziman, kuk jin bi salan li bakur şer kir îro jî li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya gelê xwe tekoşîna herî bi rûmet dimeşîne.
Piştî Sozdar Avesta, diya gerîla Munewer Kara Xemê Kara û mamê gerîla Abdullah Kara axivîn. Dayik û mam jî ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwestin û soza şopandina rêça cangoriyên Kurdistanê dan.
Bîranîn bi dirûşmên “Bê Seroj Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Malbata Munewer Kara ji ber zilma dewleta Tirk ji gûndê Hilal ê bi ser navçeya Qileban a Şirnexê bi darê zorê li başûrê Kurdistanê bû penaber. Bi salan li kampên penaberiyê man û xwedî li têkoşîna xwe derketin.