Muslim: Civîna li Hewlêrê erênî ye
Muslim: Civîna li Hewlêrê erênî ye
Muslim: Civîna li Hewlêrê erênî ye
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê li paytexta Belçîka Brukselê ye da xuyakirin ku hevdîtinên navbera PDK û PYD'ê yên li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê ji bo Rojavayê Kurdistanê erênî ne û destnîşan kir ku têkilî ji nû ve ketiye ser rêya rast.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, civîna di encama hevdîtinên PKK û PDK'ê de ji bo zindîkirina Desteya Bilind a Kurd bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî li Hewlêrê tê payîn bê lidarxistin, ji ANF'ê re nirxand û ji bo hevdîtinan got, "erênî" ye.
Di çarçoveya mutabaqata navbera PKK û PDK'ê de, ji bo ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind a Kurd, divê MGRK (Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê) û ENKS (Encumena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê) li Hewlêrê li hev kom bibin.
Salih Muslim got, "Lihevkirina PKK û PDK'ê gelekî baş e" û destnîşankir ku ji nû ve sererastkirina têkiliyan rewşeke baş e.
Muslim ragihand ku hin partiyên biçûk ên Rojavayê Kurdistanê yên di bin bandora PDK'ê de heta roja îro timî reviyane û bi taybetî bal kişand ser helwesta Azadî, Yekitî û El Partî yên di bin sîwanê ENKS'ê de rêxistinbûyîneke bi navê Yekitiya Siyasî ava kirin. Muslim diyar kir ku ew li bendê ne partiyên di bin sîwana ENKS'ê de bibin hevparekî ji Rêveberiya Xweseriya Kurdistanê û got, "Em hêvîdarin ku dê partiyên di bin bandora PDK'ê de ne, vegerin."
CIVÎNA CENEVRE GELEKÎ GIRÎNG E
Muslim da xuyakirin ku Konferansa Navneteweyî ya di meha Çileyê de li Cenevreyê der heqê Sûriyeyê de bê kirin ji bo Kurdan gelekî girîng e û destnîşan kir ku ji bo temsîlkariyeke xurt a Kurdan a di civîna Cenevre de û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind a Kurd çi ji destê wan tê, ew dikin.
Muslim ji bo Desteya Bilind got, "Timî hewl dan asteng bikin. Emê hewl bidin ji nû ve zindî bikin" û destnîşan kir ku ewê di civîna Cenevreyê de hebûna Kurdan biparêzin. Muslim ragihand ku ew niha nîqaşan dikin ka bi çi rengî biçin Cenevreyê.