Muslim: Esad ne ehmaqe di bin çavdêriya NY de çekên kîmyewî bikar bîne
Muslim: Esad ne ehmaqe di bin çavdêriya NY de çekên kîmyewî bikar bîne
Muslim: Esad ne ehmaqe di bin çavdêriya NY de çekên kîmyewî bikar bîne
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, der heqê bûyera li Şamê ya tê îdîakirina çekên kîmyewî hatiye bikaranîn de got, "Esad ne ehmaq e di bin çavdêriya pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) de çekên kîmyewî bikar bîne." Muslim diyar kir ku ew bi gumane Esad çekên kîmyewî bikar aniye û gengaze ku ev îdîa ji bo destwerdana hêzên derve hatiye kirin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ajansa nûçeyan a Reutersê re bûyera li Şamê ya îdîaya çekên kîmyewî nirxand û got, "Di destê rejîma Sûriyê de çekên kîmyewî hene. Lê ne Esad ne ewçend ehmaq e ku li derdora Şamê, bi qasî 5 kîlometre dûrî pisporên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî, van çekan bikar bîne. Lewma di vê mijarê de gumanên me hene."
Hevserokê PYD'ê Muslim da xuyakirin ku Beşar Esad xwe weke serketiyê şerê navxweyî dibîne, lewma gumanbare ku di rewşeke bi vî rengî de çekên kîmyewî bikar bîne.
Muslim da xuyakirin ku eger çavdêrên Neteweyên Yekbûyî aşkera bike ku êrîşa kîmyewî ji aliyê mûxalîfan ve hatiyekirin, ev êrîşê were jibîrkirin û got, "Gelo di rewşeke bi vî rengî de wê kê ceza bikin? Emîrê Qatarê, Qralê Siûdî yan jî Serokwezîrê Tirk Erdogan?"
Muslim bal kişand ser îdîayên mûxalefetê ku hewl didin vê bûyerê biavêjin stuyê rejîmê û anî ziman ku wer xuyaye, hewl tê dayîn bi vê bûyerê re dijberiyeke derve li dijî rejîma Esad bê afirandin û pêşî li destwerdaneke derve were vekirin.