Muslim: Ji bo Kobanê kî wê çi bike divê niha bike!
Muslim: Ji bo Kobanê kî wê çi bike divê niha bike!
Muslim: Ji bo Kobanê kî wê çi bike divê niha bike!
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku li Kobanê berxwedaneke mezin li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê nîşandan û got, "Ji bo Kobanê kî wê çi bike divê niha bike." Muslim bi taybetî bang li eşîrên li Riha, Pirsûs û Serêkaniyê kir, ku rabin ser piyan.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim duh êvarê ji bernameya Analîz a di Stêrk TV de hat weşandin re axivî û got, "Eger em bi rastî jî naxwazin Şengaleke duyemîn rû bide, divê em Kobanê biparêzin."
Muslim got, "Li Şengalê mirovên me hatin kuştin, hatin serjêkirin. Keçên me, jinên me hatin fiortin" û diylar kir ku ev yek ji bo Kurdan birîneke mezin e. Muslim got, "Rûmet, heysiyet her tişt e. Em birîndar bûn. Hînê firsend heye ku ev birîn li Kobanê dubare nebe."
‘JI BILÎ BERXWEDANA MEZIN RÊYEKE DIN TINEYE’
Muslim da xuyakirin ku yekane rêya pêşîgirtina li Şengaleke nû 'berxwedana mezin e' û got, "Rêyeke din tineye. Divê tu ji aliyê siyasî, dîplomatîk, li her qadê seferber bibe, li ber xwe bide."
BANGA LI EŞÎRÊN LI HERÊMA SÎNOR
Muslim bal kişand ser herêma sînor a Kobanê û Rihayê ji hev qut dike û eşîrên li herêmê dijîn. Muslim wiha axivî: "Riha tê gotin. Yên li wir eşîrên me ne. Eşîrên Şêxanî, Berazî, Ketkanî, Beskî li Kobanê hene. Heman eşîr li Rihayê jî hene. Endamekî eşîra Berazî ya li Pirsûsê, gelo qebûl dike ku keç yan jî jineke Berazî ji aliyê DAIŞ'ê ve were firotin? Gelo Şêxanî bi vê qayil in? Gelo Ketkanî wê vê qebûl bikin? Sînor parçe bûye. Ji heman malbatê, ji heman eşîrê ne. Gelo wê vê rewşê qebûl bikin? Eger ev yek hêjayî şerefa eşîrekê be, hingî em ê jî qebûl bikin. Lê ne bawerim ku ti Kurdek vê qebûl bike. Eger em qebûl nakin, hingî divê rabin û li ber xwe bidin."
‘DIVÊ LI SER SÎNOR PÊŞÎ LI DERBASBÛNA ÇETEYAN BÊ GIRTIN’
Ji bo pirsa 'gelo Riha, Pirsûs, Serêkaniyê û bi giştî jî gelê Bakurê Kurdistanê divê çi bike?' Muslim bal kişand ser herêmên stratejîk ên li ser sînor û ev bersiv da, "Qada navbera Kaniya Xezalan (Akçakkale) û Kobanê cihekî stratejîk e. Herî zêde jî ji Slipkranê heta Gultepeyê. Dikarin wê derê bigirin, ku bi giranî qereqol li wir in. Eger çete derbas dibin ji wir derbas dibin. Bi girtina vê herêmê re wê pêşî li derbasbûna çeteyan bê girtin."
Muslim bal kişand ser bûyerên di pêla yekemîn a êrîşa li dijî Kobanê ya mehên Hezîran-Tîrmehê de rû dan û got, "Ya ku li gundê Ziyaretê kirin, dikarin heman tiştî bikin." Di meha Tîrmehê de li gundê Ziyaretê yê navçeya Bêrecûkê konê nobedê hatibû vedan, herêma sînor hatibû girtin û bi vî rengî pêşî li derbasbûna çeteyan hatibû girtin.
Muslim ragihand ku berxwedana li ser sînor a di dema êrîşên Hezîran-Tîrmehê de hem pêşî li derbasbûna çeteyan girt, hem jî rê li ber tevlîbûna ciwanan li nav berxwedana Rojava vekir û got, "Bi sedan ciwan tevlî bûn û pêla destpêkê ya êrîşê hat şikandin."
‘DIVÊ HER KES SEFERBER BIBE’
Muslim got, "Ya ku îro tê jiyîn jî heman tişt e. Gelê Kobanê li ber xwe dide, wê heta dawiyê jî li ber xwe bide" û ev bang kir:
"Bila gelê me yê li herêma sînor di nava piştevaniyê de be. Em ê bi hev re li ber xwe bidin, çarenûsa me yek e. Pirsûsek bê Kobanê dibe gelo? Pirsûs deşt e, eşîrên li vê derê beşek ji Beraziyan li Kobanê beşek jî li aliyê Pirsûsê ye. Kîjan eşîr dikare dest ji nîvê xwe berde.
Berxwedana Kobanê mijareke rûmetê ye. Hemû Kurdan eleqedar dike. Divê hemû Kurd li cem Kobanê be. Her kes pêwîste serferber bibe. Eger em ê tiştekî ji bo Kobanê bikin, divê em niha bikin. Kî wê çi bike bila niha bike. Hem ji aliyê tevlîbûn, hem ji aliyê siyasî, dîplomatîk hem jî ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve kî wê çi bike bila niha bike. Eger Kobanê ji dest biçe, em ê hemû di bin de bimînin. Ez bawerim ku serketin wê ya me be. Ancax bi hev re em ê karibin serketineke mezin bi dest bixin."