Muslim: Li Kobanê derbên giran li DAIŞ'ê tên xistin

Muslim: Li Kobanê derbên giran li DAIŞ'ê tên xistin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin tê meşandin û li gel teknîk û çekên mezin ên çeteyan, çete darbeyên mezin dixwin.

Muslim destnîşan kir ku li Kobanê êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye destpêkirin, heta pîvanekê hatiye şkandin, di encama berxwedaneke mezin de gihiştiye serkeftinê û wiha pêde çû: “Li gel evqas teknolojiya mezin û çekên giran hêzên me darbeyên mezin li çeteyan xistin. Gelek tank hatin rûxandin û wesayîtên leşkerî hatine şewitandin. Îro (duh) ji sibê de êrîşên çeteyan hatin sekinandin. Lê ev şer hê didome.

Hêzên YPG’ê di aliyê hêza mirovahî de zehmetiyan nakişînin û ciwanên Kurd ji tu peywirê narevin. Lê di mijara teknîk û çekan de li girê Kobanê hinek zehmetî tên kişandin. Di şer û pevçûnên ku li vir bi DAIŞ’ê re pêk hatine heta niha me ji tu hêzî piştgirî negirtiye û li gel hemû derfetên kêm, bi hêza mirovahiyê me şerekî mezin meşand.

Muslim der barê daxuyaniya Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî yên der barê Kobanê de jî axivî û got ku divê ev pratîk demildest bikevin pratîkê.

BILA PÊŞMERGE KEREM BIKE BÊ

Muslim îdîayên ku PYD hêzên peşmerge asteng dike derewand û wiha pêde çû: “Ger tên bila bên em wan dawet dikin. Kobanê li wir e. Me rêya kê girtiye. Ger pir dixwazin bila ji ser Tirkiyeyê peşmergeyan bişînin. Ger vê nakin wê demê bila ji Tirkiyeyê re bêjin,  bila hêzên YPG’ê yên li Qamişlo bila ji wir derbas bibin. Têkiliya wan baş e. Bila ji bo vê bixebitin. Bila derfeteke din jî ya wisa biafirînin.

GUND JI BO EWLEHIYÊ HATIN VALAKIRIN

Muslim anî ziman ku piraniya gudan ji ber êrîşên DAIŞ’ê vala kirine û ev gund hê di bin kontrola YPG’ê de ne û di asta herêma şer de ne.

Muslim di mijara têkiliya DAIŞ-Tirkiyeyê de jî nirxandin kir û wiha pêde çû: “Ev kar bi dirûtiyê nabe. Li aliyekî dibêjin pêvajoya çareseriyê û li aliyê din jî çeteyan bi ser Kurdan de dibin. Kes vê qebûl nake.Berê jî ji me re gotin. Têkiliya me ya fermî tune lê hinek dij fermî alîkarî didin. Pêşî lê digirin. Lê îro em dibînin her tişt aşkera ye.”

HÊZA HERÎ BI TECRUBE EM IN

Lîderê PYD’ê bang li hêzên navneteweyî kir û diyar ku hêza herî bi tecrûbe ya li dijî DAIŞ’ê YPG ye û got ku ger bi wan re nekevin tifaqê dê encamên şer neyên girtin. Muslim her wiha got ku PYD dixwaze li dijî DAIŞ’ê di eniyê de cih bigire. 

Muslim got ku ne mimkun e ku Kobanê bikeve û got: “Ez ji Kobanê me. Ez gel baş nas dikim. Dibe ku gund bên windakirin. Dibe ku vekişîn çêbibin. Lê Kobanê tu car nakeve. Ji bo bikeve divê hemû kesên li wir bimirin.”