Mustafa Dag li ser gora xwe hate bibîranîn
Mustafa Dag li ser gora xwe hate bibîranîn
Mustafa Dag li ser gora xwe hate bibîranîn
Mustafa Dag e di sala 2009'an de di dema Meşa Amara,ku ji bo pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin de bi bombeya gazê ya leşkeran hatibû qetilkirin li ser gora wî ji aliyê bi sedan kesî ve hat bibîranîn.
Mustafa Dag e di 4'ê Nîsana 2009'an de di dema Meşa Amara ya ji aliyê TUHAD-FED'ê ve hatibû organîzekirin de bi bombeya gazê ya leşkeran hate qetilkirin,li ser gora wî ya li Gundê Keruk a girêdayî Pirsûsa Rihayê ji aliyê sedan kesî ve hat bibîranîn. Bernameya bibîranînê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) hatiye lidarxistin, bi beşdariya Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Seroka TUHAD-DER'ê Zubeyde Teker û malbata Dag pêk hat. Di bîbîranînê de wêneyên Dag û pankarta "Em di rêya şehîdan de wê bimeşin" hat hilgirtin. Girseya li ber mala Dag berhev bû, ji vir heta gorisitana gund meşek li dar xist. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan Seroke mê Ocalan" hatin berzkirin.
'EW YEKEMÎN ŞEHÎDIN'
Piştî ku girse gihişt ser gora Dag li vir deqeyekê rêz hat girtin. Piştre jî li ser navê ciwanan Velat Şirin axaftinek kir. Şirin diyarkir ku, yekemîn şehîdê PKK'ê Hakkî Karer e û da zanîn ku, yekemîn şehîdên meşa amara jî Mustafa û Mahsun in. Şirîn di berdewamê de li ser daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sekinî û bilêv kir ku, ew dê bibin şopgerê daxuyaniyên Ocalan. Parlamenter Aydogan jî ku piştî Şirîn dora axaftinê girt, anî ziman ku bi kuştina Dag û Karaoglan dewletê li hemberî kurdan konseptekî nû dabû destpê kirin û dawiya vê konseptê jî Qetliyama Roboskiyê bû.
Piştî axaftinan ciwanan li ser gora Dag, sirûda "Çarxa Şoreşê" gotin û belav bûn.