Muteahhîtê li daristanê dar dibirî hat ragirtin

Muteahhîtê li daristanê dar dibirî hat ragirtin

Li navçeya Çewlik Çêrme, muteahhît Îsmaîl Hakki Atîlla yê îhaleya birîna daristanê stend, ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat ragirtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li daristaneke nêzî Mezra Perçîvan a gundê Akinli yê ser bi navçeya Çêrme, dema darên hatibûn birîn li kamyonê dihatin barkirin, gerîlayên HPG'ê piştî ku xebatkar bê tesîr kirin, muteaahît Îsmaîl Hakki Atîla ragirtin û ji herêmê çûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyer ji jendermeyan re hat ragihandin, li herêmê operasyon hat destpêkirin.