Muxalefeta Franseyê rêberê xwe hilbijart

Muxalefeta Franseyê rêberê xwe hilbijart

Encamên hilbijartina muxalefeta Franse Yekitiya Gel (UMP) ya piştî 24 saetan hate aşkerkirin. Li gorî encaman piştî Serokkomarê berê yê Franseyê Nicolas Sarkozy hilbijartinên meha gulanê wenda kir, dahatuya muxalefetê ket ber nîqaşan, Jean-François Copé bû serokê nû yê UMPê.

Ji bo dengdanê ji 300 hezar endamên partiyê 175 deng hatin bikaranîn. Ji vana Jean-François Copé 87 hezar û 388ê dengan wergirt (ji sedî 50,03) û reqîbê wî François Fillon jî 87 hezar 290 (ji sedî 49,97) wergirt. Tenê 98 dengên Jean-François Copé ji yên reqîbê wî zêde bûn.