Muxalîfên Suriyeyê li Edeneyê di kampan de tên perwerdekirin

Muxalîfên Suriyeyê li Edeneyê di kampan de tên perwerdekirin

Tirkiye ku li dij kurdên Rojavayê Kurdistanê xwe diparêzin, derket û tehdîdên dagirkeriyê kirin. Aşkere bû ku Tikriye mîlîtanên Artêşa Suriyeyê ya Azad (ASA) li kampeke veşarî ya leşkerî ya li Edeneyê perwerde dike. Hate hînbûn ku perwerde ji aliyê serbazên tirk ve tê dayîn.

BBC, li Tirkiyeyê roportajeke ku bi jina bi navê Thwaîba Kanafanî yak u nû tevlî ASA’yê bûye weşand. Kanafanî diyar ki ku mîlîtanên ASA li Edeneyê di kampeke veşartî de tên perwerdekirin. Her wiha destnîşan dike ku perwerde ji aliyê serbazên tirk ve tê dayîn.

Roportaja ku BBC bi Kanafanî re kiriye wiha ye:

T.K.: Perwerdehiya fîzîkî û çekdarî digirin. Min perwerdehiya çekdariya sivik, fîzîkî NATO û ligel ku girabûn perwerdehiya M16 girt. Ev hene.

BBC:Gelo hûn vê perwerdehiyan ji ku digirin?

T.K.: Min perwerdehiya xwe ji vir ji Artêşa Azadiya Suriyeyê ya li Tirkiyeyê girt. Lê min perwerdehiya esas li Suriyeyê ji ASA girt.

BBC: Me zanî ku li Edeneyê perwerde tê dayîn. Ev rast e?

T.K.: Belê. Ez hêj ne ligel wan im, lê dibistanek heye. Ew der ji aliyê tirkan ve hatiye çêkirin

BBC: Der barê wir de agahiyên zêde hene?

T.K.: Zêde agahiya min tune. Ji ber ku wir veşartiye. Belê hun dizanin ku tirk alîkariyek mezin didin me. Ji ber vê jî em naxwazin zêde derbarê wan de agahiyan bidin.

BBC: Lê hûn piştrast dikin ku li Edeneyê kampek perwerdehiya taybet heye?

T.K.: Belê gelek kes li wir, li wan kampan tên perwerdekirin.

BBC: Gelo hûn behsa bi hezaran kesên ku li wir perwerde dibin dikin?

T.K.: Agahiya min ji hejmara wan tune, lê ez dizanim ku gelek in. Gelek Suriyeyî li wir perwerdê dibînin an jî li dibistanan perwerdê dibînin.

BBC: Bi taybetî Edene ye?

T.K.: Na. Nizanim li Edeneyê an na. Ez bi giştî behsa Tirkiyeyê dikim. Lê tam nizanim li ku ye. Min qetagahiyek wisa negirtiye û kes vê ji we re jî nabêje. Ez li cihekî wisabûma ez jî ne bawer bûm.

BBC: Yanî hûn li wan dibistanan neman?

T.K.: Na hêj ne. Ez perwerde digirim ji ber kun û ASA bû. Ji destpêkê heta niha ez derbasî Suriyeyê dibim û hin karan dikim. Ez bi hêvî me ku ez ê di demê pêş de tevlî wan bibim.

BBC: We dizanî ev kar ji aliyê Tirkiyeyê ve tê organîzekirin? Li pişt vê kî heye?

T.K.: Ez bawer im Riyad el-Esad ji mirovan re dibe referans. Ji ber ku li aliyê din kî dike ez nizanim.

BBC: Yanî hûn difikirin ku yên ku perwerdehiyê pêk tînin artêşa tirk e?

T.K.: Belê artêşa tirk e.

BBC: Di hin nûçeyan de tê gotin ku Qetar û Suudî Erebîstan ji we re di perwerdehiyan de dibe alîkar. Der barê vê mijarê de agahiya we heye?

T.K.: Di vê mijarê de tu agahiya min tune. Belkî jî tenê alîkariya perayan dikin. Ez nizanim.

BBC: Perwerdehiyê li Tirkiyeyê tê kirin ji bo ASA çiqas girîng e?

T.K.: Pir girîng e. Ji ber ku gelek mirov ji aliyê artêşa Suriyeyê ve nehatine perwerdekirin. Ligel vê dixwazin tevli ASA bibin. Hewcedariya kesên wekê min bi perwerdê heye. Ev perwerde ji bo me gelek girîng e.