Wezîrê Derve yê Rûs Sergey Lavrov ragihand ku ew amade ne ku bi muxalîfên Sûriyeyê re hevdîtinê pêk bînin. Lê muxalîfên Sûriyeyê ev daxwaza Lavrov red kirin û xwestin lêborînê bixwaze.
Lavrov bi daxuyaniyekê dabû diyarkirin ku ew bi rêya dîplomatên li Misirê ketine navberê û xwestine muxalîf bi Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad re rûnin ser maseyê. Lê muxalîfan ragihand ku ew vê daxwaza Lavrov red dikin û divê ji ber alîkariya Rûsya dide rejîma Esad, lêborînê bixwaze.
Ji rêberên muxelefeta Sûriyyê Ehmed Moaz el Xatîb ji kanala televîzyonê ya El Cezîreyê e axivî û got: “Me bi aşkereyî got ku em ji bo hevdîtinê naçin Moskowê, lê ger rojevek aşkere hebe, em dikarin li welateke Ereb hevdîtinê bikin.”