Hevdîtinên bernameya nukleerê ya 5 welatên daîmî yên Konseya Ewlekarî ya NY û Almanya yên bi Îranê re li Moskowê dest pê kirin. Ev hevdîtin ji bo astengkirina şerek li Rojhilata Navîn û ji bo pirsgirêk bi rêyên diyalog çareser bibin firsendek wekî firsendekê tê dîtin.
Ji Îranê sermûzakerevan Seîd Celîlî, Nunera Peywendiyên Derve ya Komîsyona Ewropa Catherine Ashton, nunerên DYA û her çar welatên din beşdar dibin.
Welatên P+5 ên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Federasyona Rûsya, Çîn, Îngilîstan, Franse û Almanyayê pêk tên, ji Îranê dixwazin ku Îran dest ji dewlemendkirina ûranyûma ku tê gotin dê ji bo bombeyên nukleerî bê karanîn berde.
Lê Îran diyar dike ku ev bernameya wan nuklerê bi temamî ji bo armancên aşitiyane ne. Îran dixwaze DYA û welatên Yekitiya Ewropayê embaroya li ser wê sist bikin.
Piştî 15 mehan careke din ev hevdîtin ji nû ve dest pê kirin. Dîplomat diyar dikin ku dibe Îran di demên pêş de ji bo vê yekê peymaneke mezin bi van welatan re mor bike.
Endamê Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Parlementoya Îranê Cewad Kerîmî roja înê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku hevdîtina bi Îranê re ya dê li Moskoê pêk bê, dê bandorê li sekna Îranê neke.