Nameya Ocalan di destê BDP’ê de ye

Nameya Ocalan di destê BDP’ê de ye

Nameya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû şandin, gihişt destê BDP’ê.

Piştî hevdîtina Ocalan ba bi heyeta BDP’ê ya ji Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlementer Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, re pêk anî, hatibû diyarkirin ku dê ji bo ji Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê name bişîne.  

Piştî vê agahiyê, nameya navborî îro serê sibê gihişt BDP’ê. Nameya ku Ocalan şand gihişt destê BDP’yiyan. Endamên Meclîsa Partiyê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê dê li hev kom bibin û nameya Ocalan binirxînin.

OCALAN: HEVDÎTIN GAVEKÎ DÎROKÎ YE

Roja 23’yê sibatê şandeya BDP’ê ya ji Parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. L ser navê şandeyê Cîgira Serokê BDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniyeke kin da xebatkarên çapemeniyê wiha got: "Berî her tiştî ez spasiyê dikim. Ez dixwazim daxuyaniyekî kin a Birêz Ocalan bi were parve bikin. Berî her tiştî ez silavên xwe ji xebatkarên çapemeniyê re dişînim. Berî her tiştî ez ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê vê daxuyaniyê dikim. Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye. Em pêvajoyekî dîrokî dijîn. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Hêvî dikim ku PKK baş berê xwe dide girtiyên di destê wan de û di demekî kin de bigihijin malbatên xwe."
Pervîn Buldan, diyar kir ku têkildarî hevdîtinê de dê rojên pêş de Hevserokên Giştî yên BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.