Namzeta BDP’ê a Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu
Namzeta BDP’ê a Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu
Namzeta BDP’ê a Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu
Rêxistina BDP’a Bajarê Colemêrgê bi armanca diyar kirina namzetê serokê şaredariya xwe ji bo hilbijartinên herêmî ku Dîlek Hatîpoglu yekem derçû bû namzeta BDP’ê a Serok Şaredariya Colemêrgê.
Rêxistina BDP’a Bajarê Colemêrgê ku ji bo hilbijartinên herêmê yên 30’ê Adara 2014’an hilbijartinên pêşîn dabûn destpê kirin bi dawî bûn. Di hilbijartina ku li Salona Sporê a Girtî ya Colemêrgê pêk hat ji 841 delegeyên qeyid kirî 672’yan dengê xwe bi kar anîn. Dîlek Hatîpoglu ku ji dengên hatîn bi karanîn 308 girtin bû namzeta BDP’ê a serok şaredariyê. Nazmetên din jî Zeynep Besî Dara 165 deng, Sevîl Çetîn 106 deng, Medîne Duran 49 deng û Perîhan Karaman jî 35 deng standin.
Dîlek piştî bi encam bûna hilbijartinan daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman.