Namzetê BDP'ê yê Semsûrê Erdal Yavaş e

Namzetê BDP'ê yê Semsûrê Erdal Yavaş e

Hat aşkerakirin ku namzetê BDP'ê yê Şaredariya Semsûrê Erdal Yavaş e. Der heqê namzetên ji bernamzetên bajar, navçe û bajarok hatin hilbijartin, li Otela Bozdagon xwarinek bi armanca danasînê hat dayîn.

Di xwarinê de Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, nûnerên rêxistinên BDP û HDP yên bajarê Semsûrê, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî amade bûn. Destpêkê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Semsûrê Abûzer Kuçukkelepçe axaftineke kurt kir û dûre namzetê BDP'ê yê Şaredariya Semsûrê Erdal Yavaş gel silav kir.

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî operasyona nelirêtiyê ya ji navenda Stenbolê tê rêvebirin bibîr xist û got, "Feqîrên vî welatî li ber xwe dan, dizên vî welatî hatin zevtkirin. Birêz Arinç radibe daxuyaniyê dide. Dibêje; 'Wezîrê Karên Hundir ji rojnameyan dibihîze ku kurê wî hatiye binçavkirin. Gelo ji vê mezintir êş heye li cîhanê?' Belê li cîhanê ji vê mezintir êş heye, em dizanin. Dest ji bihîstina girtina kurê xwe bi rêya rojnameyan berde, bi deh hezaran dê û bavên Kurd hene ku hînê hestiyên zarokên xwe nedîtine. Te di jiyana xwe de êş nedeîtiye, tengavî nekişandiye. Bi bombeyên gazê çavên zarokan derxistin û kor kirin. Dê û bavê ku ev bihîstiye; ji wî bavê ku kurê wî ji ber diziyê hatiye girtin, bêtir diêşe. Birêz Arinç, Birêz Guler hînê we êş nedîtine. Ev 30 sal in hûn xwe mexdûr nîşan didin. Ev 30 sal in lingê we carekê jî li kevir nehilkumiye."

Namzetên BDP'ê yên ji bo bajarê Semsûrê û şaredariyên navçe û bajarokan ev e: Semsûr: Erdal Yavaş, Kahta: Mehmet Polat, Besnî: Şevket Korkmaz, Gerger: Bîlal Toktamiş, Çelîkhan: Mehmet Unal, Bajarokê Bûlam: Mehmet Çalgan, Bajarokê Komur: Huseyîn Yûkka, Bajarokê Balyan: Riza Buyukkaya, Bajarokê Sûvarli: Sînan Ogûz, Bajarokê Şambayat: Azîz Ogûz, Bajarokê Çakirhoyuk: Haci Dogan."

Her wiha hat ragihandin ku encamên serlêdanên bernamzetiyên ji bo navçeyên Golbaşi û Samsatê jî wê di rojên pêş de werin aşkerakirin.