Namzetên BDP’ê yên Mûşê bi gel re civiyan

Namzetên BDP’ê yên Mûşê bi gel re civiyan

Li Mûşê navenda ku namzetên ji BDP’ê zelal kirin, namzetên serokatiya şaredariya navçe û bajarokan bi gelre civiyan.

Rêxistina BDP’a Bajarê Mûşê navçeya ku namzetên wê yên hilbijartina 30’ê Adara 2014’an hatin zelal kirin, namzetên xwe yên serokatiya şaredariya bajarok û navendan li Salona Sporê Girtî a Mûşê bi şahiyekî li darxistî bi gel dane nasîn. Di civîna danansînê a ku bi sedan kes beşdar bûyîn de li ser hev dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin qêr kirin.

Di cîna ku namzetên navenda Mûşê, Malezgirt, Kop, Gimgim, Dêrxane, Ezabkur û bajarokan dan nasîn, endamê PM BDP’ê Nizamettîn Ozturk axivî, bal kişande ser oparasyona bertîl û nelirêtiyê û wiha got: “Kaleya li hemberî talaniyên diz û nelirêtiyan welatparêziye. Li ser vêna mizgeft jî zêde kirin. Em yên ku bi hestên gel dileyîzin şermezar dikîn.”

Namzetê BDP’ê yê Serokatiya Şaredariya Muşê Nimet Sezgîn axaftinek kir û gel silav kir.