Namzetên PÇDK'ê çûn serdana gundên Kelerê

Namzetên PÇDK'ê çûn serdana gundên Kelerê

Namzetên lîsteya 113'an a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de çûn serdana gundên bajarê Kelerê û li pêwendiyeke mezin a gel rast hatin.

Namzetên lîsteya 113'an a PÇDK'ê, li herêma Germiyanê duh bi komeke ji alîgirên xwe,  ji bo xebatên hilbijatinê serdana  gundên Berdesor, Belat û Tazadê yên  girêdayî Kelerê kirin. Di nava koma ku serdana  gundan kirin de namzetên lîsteya 113'an a PÇDK’ê Asod Îbrahîm, Mamosta Elî Hemesalî û  Zeyneb Şakir Hemîd û amade bûn û di nava gundan de  mal bi mal geriyan. 

Di dema serdanê de namzetan  bername û projeyên xwe ji gundiyan re vegotin û guhdarî li pirsgirêkên gundiyan kirin. Namzetên PÇDK'ê yên ji aliyê gundiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin, xwestin gundî dengê xwe bidin lîsteya 113'an a PÇDK'ê. 

Li milê din PÇDK'ê li navçeyên Keler û navenda bajêr jî dezgeh danî, gelek afîş û alên PÇDK’ê li kolan û rêyên sereke  daliqandiû bang kir ku dengê xwe bidin PÇDK'ê.