Namzetên PÇDK’ê di nav gel de ne
Namzetên PÇDK’ê di nav gel de ne
Namzetên PÇDK’ê di nav gel de ne
Namzetên PÇDK'ê yên Parlementa Herêma Kurdistanê ji bo propagandayê di nav kolanên Diyana, Rewandûz û Çomanê de xebatên xwe dimeşînin.
Namzetên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) yên devera Diyana, Çoman û Rewandûzê ji bo danasîna xwe ketin nav kolanan û di nava gel û dikandaran de geriyan.
Namzetan pirgirêkên gel guhdarî kirin, poster û belavokên li ser kurte jiyana xwe li gel belav kirin. Di vê çarçoveyê de namzeta devera Rewandûzê Perwîn Hesen, namzetê Çomanê mamosta Aram Cebar Heme Emîn û namzetê Diyana mamosta Berzan Mihemed Hemed ketin nava gel, projeyên xwe û PÇDK’ê ji gelê bajêr re anîn ziman û guhdarî pirsgirêkên gel kirin.
Gel jî bi keyfxweşî ew pêşwazî kirin û jibo wan hêviyên serkeftinê xwestin.
Namzetê lîsteya 113 yê PÇDK’ê yê Çoman û devera Belakatê Aram Cebar wiha got; “Ez weke kesayetek serbixwe ku di lîsta 113 ya PÇDK’ê bi jimara 35 beşdarî hilbijartinan dibim, dixwazim bi dengê we nûnertiya we di parlementê de bikim û bibim xizmetkarê we.”