Nasnameya 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 25 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteyê di daxuyaniyê de got, "Gelê me gelekî şehîdan e. Tevî ku bi qasî gelê me ti gel nîne ku şehîd dane jî, gelê me berdêla vê nestendiye" û wiha dewam kir: "Şehîdên me xwedî taybetmendiyeke welê ne ku bi hev re xelekek ava kirine û dor li hebûna me ya partiyê girtine, me digihînin nirxên rasteqîn ên şoreşgerî û di mijara qewînkirin û parastina wan de her tim hişyar dikin."
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku yekgiriya armanc û cidiyeta tevgera PKK'ê, ji sekna endamên wê tê ku ji bo bigihêje armancên xwe yên mezin bêyî dudiliyê bijîn amade ne canê xwe feda bikin. Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vê xalê:
"Dema mirov bixwazin hevgirtiya rêxistinekê bizanibin, divê mirov li rewşa endamên wê rêxistinê binêrin ku çi di mercên asayî çi jî di yên zehmet de amade ye li her cihî bersivê bidin pêwîstiyan, ji mirinê re amade ye yan na. Eger di pratîkê de jî rewş bi heman rengî be, hingî ew rêxistin rêxistineke gelekî cidî ye. Eger ji wan kesan bin ku di rojên rehet û asayî de li dora nirxan dicivin, lê di rojên zehmet de li pêşberî zexteke biçûk ji hev belav dibe be, hingî gotinên wan çi dibe bila bibe divê were zanîn ku ev xetere ne, di têkoşînên mezin ên gelan de pêwîste bawerî bi van neyê kirin.
Dema neteweyek rastî êrîşê bê, eger endamên wê neteweyê dernekeve pêş, hesab nepirse û bi tenê rondikan bibarîne, hingî ew netewe û endamên wê lanetbûyîn heq kirine. Neteweyên bi vî rengî ne ji aliyê kesekî ve cidî tê girtin, ne jî hurmetê dibînin. Dijwariya zexta lê tê kirin çi dibe bila bibe, çiqasî rastî neheqiyan bê jî, yên bi xwe re nebînin ku ji bo azadiyê rabin ser piyan, her tim dikarin bibin kole.
Yên ku li ser navê rizgarîparêziya neteweyî gelekî dipeyivin lê di berdêla vê de dilopek xwînê nadin, hêjaye ku mîna yên lanetbûyî bên bîranîn, hêjaye nikaribin derkevin nava mirovan, hêjaye ji şerma xwe her roj hezar carî bimirin."
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku divê gelê Kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li roja îro binêrin û fêm bikin ku rastiya şehîdan a PKK'ê tê çi wateyê û ev xal destnîşan kir: "Em bawerin ku gele me, raya giştî ya demokratîk û hemû dostên gelê Kurd wê di çarçoveya van rastiyan de ji her demê bêtir li pêşberî rastiya şehîdan a PKK'ê hestyar bin, li dora şehîdên me mîna xeleke ji algir a xurt xwedî li wan derkevin, gelê me wê her tim bi şehîdên me re bibe şopdarekî baş ê armancên wan û ji ber vê yekê em careke din bang li gelê xwe, dostên xwe dikin ku careke din li dora rastiya şehîdan yekîtiya xwe pêk bînin."
Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan wiha ye:
-Erkan Beyaz yê di 1978’an de li Erxenî Amedê hat dinê di 1994’an tevli bûye û di 1994’an de li Hênê jiyana xwe ji dest daye.
- Ahmet Çakan yê bi navê Kod Eşref di 1972’an de li Erxenî hatiye dinê di 1992’an de tevli bûye û di 5’ê Gulana 1994’an de li Erganiyê jiyana xwe ji dest daye.
-Azîz Işik yê bi navê kod Piling di 1976’an de li Licê ya Amedê hatiye dinê, 1991’an de tevli bûye û di îlona 1993’an de li Licê jiyana xwe ji dest daye.
-Çîgdem Devrîm ya bi navê Kod Ronahî di 1974’an de li Licê hatiye dinê di 1993’an de tevli bûye û di 1994’an de li Dorşînê jiyana xwe ji dest daye.
-Mahmut Topdemîr yê bi navê kod Numan di 1972’an de li Amedê hatiye dinê, di 1993’an de tevli bûye û di 1996’an de li Amedê jiyana xwe ji dest daye.
-Mehmet Arslan yê bi navê kod Çirav di 1975’an de li Amedê hatiye dinê di 1992’an de tevli bûye,di 1997’an de Çemîşgezek a Dêrsîmê jiyana xwe ji dest daye.
-Mesut Bîlge yê bi navê kod Firat di 1976’an de li Hezex a Êlihê hatiye dinê di 1993’an de tevli bûye û di 25’ê Adara 1998’an de li Sason Garzanê jiyana xwe ji dest daye.
-Hamît Sumer yê bi navê Kod Mazlum Amed di 1972’an de li Farqînê hatiye dinê di 1991’ê de tevli bûye di 1993’an de li qada Apê Musa jiyana xwe ji dest daye.
-Kutbettîn Uçar yê bi navê kod Velî li Farqînê hatiye dinê, di 1993’an tevli bûye û di 1994’an de li qada Şehîd Remzî ya Amed-Licê jiyana xwe ji dest da.
Kenan Dogu yê bi navê Dilovan di 1976’an de li Erxeniyê hatiye dinê di 1993’an de tevli bûye û di 8’ê îlona 1998’an de li Çiyayê Gorse yê Pîran a Amedê jiyana xwe ji dest da.
-Menderes Polat yê bi navê Demhat Agirî di 1972’an de li Amedê hat dinê di 1992’an de tevli bû û di 1995’an de li gundê Fîdel a Licê ya Amedê hat dinê.
-Alî Îhsan Fîdanci yê bi navê kod Şeyîtxan di 1966’an li Farqîn a Amedê hatiye dinê di 1990’an de tevli bûye û di 6’ê sibata 1991’ê de li Bismil a Amedê jiyana xwe ji dest da.
-Erdal Gunel yê bi navê kod Delîl di 1979’an de li Farqînê hatiye dinê di 1993’an de tevli bûye di 1996’an de li Nazmiyeya Dêrsîmê jiyana xwe ji dest daye.
-Abdî Ulaş yê bi navê Têkoşer Amed di 1972’an de li Dêrik a Mêrdînê hatiye dinê di 1992’an de tevli bûye di 1994’an de li Muşê jiyana xwe ji dest daye.
-Davut Selman yê bi navê kod Rezan yê ji Savur a Mêrdînê ye di 1996’an te ji Amedê tevli bûye û di 1998’an de di operaysona Murat a Amedê de jiyana xwe ji dest da.
-Îbrahîm Açikgoz yê bi navê kod Delîl di 1967’an de li Amedêh hatiye dinê di 1991’an tevli bûye û di 19’ê Tîrmeha 1994’an de li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da.
-Mehmet Korkutan yê bi navê kod Siyabend di 1992’an de tevli bûye û di 17’ê cotmeha 1992’an de li gundê Dêrxust a Licê jiyana xwe ji dest da.
-Selîm Polat yê bi navê Cabbar Edîp di 1974’an de li Amedê hatiye dinê û di 13’ê Sibata 1995’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
-Ahmet Erkol yê bi navê kod Azad di 1967’an de li Şirnexê hatiye dinê di 1993’an tevli bûye ûdi 1993’an de li Mava ya Mêrdînê jiyana xwe ji des da.
-Hizir Konak yê bi navê kod Mazlum di 1973’an de li Kercews a Êlihê hat dinê di 1993’an tevli bû û di 1995’an de li Kampa Soran Botî jiyana xwe ji dest da.
- Îshak Baykara yê bi navê Kord Mazlum di 1968’an de li Gundê Nîvîla ya Eruh a Sêrtê hat dinê, di 1991’an de tevli bû û di 1992’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da.
-Metîn Samî yê bi navê kod Şervan di 1978’an de li Melezgîrta Muşê hat dinê di 2000’î de tevli bû û di 25’ê Adara 2007’an de jiyana xwe ji dest da.
-Fatma Kaya ya bi navê kod Şervîn di 1975’an de li Misirca Sêrtê hat dinê di 1992’an tevli bû, di 1995’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
-Abdurrahman Bîlmez yê bi navê kod Kahraman Dogan di 1978’an de li Melezgîrta Muşê hat dinê di 1994’an de tevli bû û di di 1998’an de Qisle ya Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da.
- Ferhat Yarkan yê bi navê kod Haydar Dêrsîm di 1983’an de li Stenbolê hat dinê di 2002’an tevli bû û 26’ê Kanûna 2007’an de de Gabar Çiyayê Bizina jiyana xwe ji dest da.