Nasnameya 3 gerîlayên li Mexmûr jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Nasnameya 3 gerîlayên li Mexmûr jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Nasnameya 3 gerîlayên HPG/YJA STAR ên li herêma Mexmûr di opersyona li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG), nasnameya 3 gerîlayên HPG/YJA STAR ên di operasyona ku 5 gundên Mexmûrê duh ji çeteyan hat paqijkirin de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di 12’ê Îlonê operasyona Yekîneyên Berxwedana Mexmûr a li dijî çeteyên DAIŞ de 3 hevalên me yên bi qehremanî şer dikirin, tevlî nav şehîdên azadiyê bûn. Wê terzê hevalên me yên li hember her cure êrîşên li dijî gelê me têkoşîneke fedayî bi ruhekî Apoyî nîşan didin bibe ezma têkoşîna me.”

Gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in:

-Avesta Harûn Firat (Fîlîz Şaybak)

Li Wanê ji dayik bûye

-Siyabend Zap  (Ramazan Akar)

Li Colemêrgê ji dayik bûye

-Diyar Şerewî  (Hasan Budak)

Li Efrînê ji dayik bûye