Nasnameya 4 gerîlayên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 4 gerîlayên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên HPG’ê yên ku di encama bombebarana ku 26’ê sibatê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 26’ê herêmên Zap, Qendîl, Garê yên di bin kontrola gerîlayên HPG’ê de bi qasî 13 demjimêran bombebaran kirin û di encamê de 4 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya her çar gerîlayên ku roja 26’ê sibatê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir.

Agahiyên nasnameyên her çar gerîlayan wiha ne:

-Huseyin Musazde, bi nasnavê Sînan Sîpan, li Selmasê ji dayik bûye

-Cuma Karataş, bi nasnavê Elîşêr Serhat, li Bedlîsê ji dayik bûye

-Sîrwan  Xerabadî, bi nasnavê Simko Serhildan, li Sineyê ji dayik bûye

-Feyyaz Guven, bi nasnavê Bawer Şiyar, li Erziromê ji dayik bûye.