Nasnameya 5 kesên li Mêrdînê hatin qetilkirin aşkera bûn
Nasnameya 5 kesên li Mêrdînê hatin qetilkirin aşkera bûn
Nasnameya 5 kesên li Mêrdînê hatin qetilkirin aşkera bûn
Nasnameya 5 kesên 2 jê jin û 3 zarok ên di encama êrîşa çekdarî ya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê hatin qetilkirin diyar bûn. Navê kesên hatine qetilkirin wiha ne; Emîne Îpek (24), Mîrza Îpek (4), Nerîn Îpek (11), zarokê binavê Silêman Îpek ku temenê wî nehate aşkera kirin û jina binavê Ayşe Suer.
Li gorî îdiayê sala borî li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di navbera malbatên Erkan û malbatên Suer û Îpek ên xizmê hevin li ser erazî nelihevkirinek hebû, pevçûn ji ber wê derketiye.
Di pevçûna rû dayî de Elî Erkan û Osman Erkan jiyana xwe ji dest dan, Ebdulqadir Suer, birayê wî Celal Suer û xarziyê wan Mehmet Îpek bi gumana cînayet kirine hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Piştî ku bûyer vegerî xwîndariyê hevjîna Mehmet Îpek Emîne Îpek 7 zarokên xwe dan gel xwe û çû gel malbata xwe Suer a li Amedê.
Şeva 29’ê Çileya 2013’an mala wan a li navçeya Rezan ya Amedê ku 13 kes têde bûn hate şewitandin.
Di bûyerê de ji zarokên Emîne Îpek Ferzande Îpek 5 salî û Nûrhak Îpekê 3 salî jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 11 kes jî birîndarbûn. Emîne Îpek ku bedena wê şewitîbû demekê li nexweşxaneyê hate derman kirin.
Îro endamên malbata Îpek û Suer ên li Amedê jiyan dikirin, ji bo serdana Ebdulqadir Suer, Celal Suer û Mehmet Îpek ên li girtîgeha Mêrdînê hatin Mêrdînê û li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rastî êrîşa çekdarî hatin.