Nasnameya gerîla Welat ê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da

Nasnameya gerîla Welat ê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê û Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya KCK'ê nasnameya gerîlayê PKK'ê Welat ê di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Komîteya Şehîdan a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlayê PKK'ê Marûf Şen bi nasnav Welat ê ji gundê Şiriş ê Qilabana Şirnexê, di 21'ê Mijdara sala 1997'an de li Kela Memê ya Botanê jiyana xwe ji dest da.

Li ser navê Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê û Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a KCK'ê re ji malbata gerîla Şen re nameyek hat şandin.

Di nameyê de ji malbatê re sersaxî hat xwestin û hat gotin, "Ji ber ku di vê mijara girîng a yekser we eleqedar dike me dereng agahî dan we, em lêborîna xwe dixwazin. Ji ber şert û mercên em tê de dijîn, hin zor û zehmetiyên ji ber mercên têkoşînê û peydanekirina navnîşana we, hinekî derengketin çê bûye. Em hêvîdarin ku hûnê me di vî warî de fêm bikin."

Di nameyê de ji ferdên malbata Şen re hat gotin, "ji ber ku hûn xwedî ewlad, bira û xizmekî ewçend leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e. Em weke rêhevalên wî, em timî pê serbilind bûn. Emê ji bo pêkanîna armancên wî bijîn û ji bo ala wî li qada herî bilind a welatekî demokratîk, azad û wekhev biçikînin, emê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber ku dema şehîdên me ev ala xwe ya bi şeref hilgirtin dewrî me kirin, ji vê yekê bawer bûn û bi ruhê canfedayî bi ser dijmin de meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ye, paşeroja me, îroja me û siberoja me ye. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, gelekî azad, welatekî azad e. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin bila serê we sax be û bi rêzdarî silav û hurmetên xwe ji we re dişînin."