Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnemay 26 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Komîteya Şehîdan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Em dizanin ku niha gora gelek şehîdên me nîne. Lê ji xwe, wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn."
Komîteya Şehîdan a KCK'ê destnîşan kir ku bîrdariya herî mezin a ji bo cangoriyan, azadkirina Kurdistana hatiye înkarkirine û got, "Yekane bîrdariya ku şehîdên me lê bi dilrehetî razê ev e! Yekane soza me ku her roj em dûbare dikin û emê ti carî jê venegere jî ev e!"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji dil bawer dikin, ku têkoşîna afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêberiyê de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên leheng e, dê bi berxwedana bi heybet a gelê me bigihêje serketinê."
Di daxuyaniyê de nasnameya 26 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî hat aşkerakirin:
-Aydin Bal (Mervan)
Di sala 1978'an de li Edeneyê ji dayik bû, di sala 1995'an de beşdar bû
Di 19'ê Nîsana 1996'an li Akdag a Amedê jiyana xwe ji dest da
-Ayşe Dalgiç (Şevîn)
Di sala 1984'an de li Alanyayê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Alanya beşdar bû
Di sala 1998'an de li qada Apê Mûsa ya Amedê jiyana xwe ji dest da
-Kemal Şîmdî (Fîraz)
Di sala 1977'an de li Dijê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Alanya beşdar bû
Di sala 1995'an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da
-Leyla Dalgiç (Besê Herekol)
Di sala 1977'an de li Dihê ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû
Di sala 1998'an de li Çirav a Botanê jiyana xwe ji dest da
-Selahattîn Dalgiç (Halîl)
Di sala 1967'an de li Dihê ji dayik bû, di sala 1990 de beşdar bû
Di sala 1998'an de li Kela Memê ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Alî Kirboga (Mele Îsmaîl)
Di 12'ê Cotmeha 1975'an li Hezro ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Hezro beşdar bû
Di 20'ê Çileya 1997'an de li Habizbîna ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
-Behçet Çetînkaya (Hebûn)
Di 1'ê Mijdara 1968'an li Farqînê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Amedê beşdar bû
Di 24'ê Mijdara 1993'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da
-Şukran Çetînkaya (Bermal)
Di 1'ê Çileya 1972'an de li Farqînê ji dayik bû, di 1'ê Mijdara 1992'an de li Amedê beşdar bû
Di sala 1994'an de li Lice ya Amedê jiyana xwe ji dest da
-Emriyet Avşar (Rojîn)
Di sala 1973'an li Bismilê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Bismil a Amedê beşdar bû
Di 3'ê Îlona 1997'an li başûrê Mûşê jiyana xwe ji dest da
-Mûzaffer Tûtal (Diyar)
Di sala 1973'an de li Amedê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Amedê beşdar bû
Di sala 1995'an de li Geliyê Pokûs ê Dêrsimê jiyana xwe ji dest da
-Şaban Ezer (Şevger Zana)
Di sala 1972'an de li Farqînê ji dayik bû, di 19'ê Kanûna 1992'an de li Amedê beşdar bû
Di 3'ê Gulana 1995'an de li Dallitepe ya Çewlikê kiyana xwe ji dest da
-Abdulgafûr Akdogan (Suwar Çek)
Di sala 1979'an de li Berwarî ya Sêrtê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Dîlokê beşdar bû
Di 2'ê Tebaxa 1998'an de li Kato Jîrka ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Alî Ozpolat (Kendal)
Di sala 1964'an de li Îslahiye ji dayik bû, di sala 1994'an de li Yewnanîstanê beşdar bû
Di Nîsana 1995'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da
-Cevdet Ûçar (Sefkan)
Di sala 1967'an de li Îslamiye ji dayik bû, di sala 1988'an de li Lubnanê beşdar bû
Di 17'ê Mijdara sala 1993'an de li Besta ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Halîl Ayçîçek (Ferhat)
Di sala 1971'ê de li Pirsûsa Rihayê ji dayik bû, di 1'ê Mijdara 1994'an de li Stenbolê beşdar bû
Di 26'ê Kanûna 1994'an de li Sason a Amedê jiyana xwe ji dest da
-Hazim Alturk (Welat Pîran)
Di sala 1979'an de li Qilaban a Şirnexê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Şirnexê beşdar bû
Di sala 1994'an de li Xolxol a Çewlikê jiyana xwe ji dest da
-Salîh Işik (Hakî)
Di 2'ê Sibata 1984'an de ji dayik bû, di 15'ê Gulana 2004'an de li Dîlokê beşdar bû
Di 14'ê Sibata 2007'an de li Xinêrê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da
-Davût Sonmezsoy (Garzan)
Di 11'ê Nîsana 1971'ê de li Hezo ya Êlihê ji dayik bû, di sala 1990 de beşdar bû
Di sala 1995'an de li Mişare ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Gulçîn Uzum (Têkoşîn)
Di sala 1977'an de li Kercewsa Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû
Di sala 1995'an de li Qilaban a Botanê jiyana xwe ji dest da
-Kutbettîn Ot (Yaser)
Di 6'ê Kanûna 1974'an de li Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Kerboranê beşdar bû
Di sala 1994'an de li Îdirê jiyana xwe ji dest da
-Nadîre Sezîş (Jiyan)
Di sala 1978'an de li Heskîf a Êlihê ji dayik bû, di sala 1990 de li Êlihê beşdar bû
Di sala 1995'an de li Cûdî ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Sabrî Dalmiş (Serdar Sîpan)
Di sala 1981'ê de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Mersînê beşdar bû
Di sala 1999'an de li Garisa ya Botanê jiyana xwe ji dest da
-Fesîh Akbay (Şoreş)
Di sala 1974'an de li Tetwan a Bêdlisê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Tetwanê beşdar bû
Di sala 1992'an de li Xizxêr a Sêrtê jiyana xwe ji dest da
-Mehmet Raîf Çoban (Ferhat Sîpan)
Di sala 1981'ê de li Tetwan a Bêdlisê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Stenbolê beşdar bû
Di 10'ê Tebaxa 1997'an de li Sêrt-Berwarî-Garisa jiyana xwe ji dest da
-Mehmet Şîrîn Demîr (Rizgar)
Di 1'ê Çileya sala 1972'an li Maktî ya Bêdlisê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Tetwanê beşdar bû
Di sala 1994'an de li Xîzan a Bêdlisê jiyana xwe ji dest da
-Îdrîs Efe (Azad)
Li Amedê ji dayik bû, di sala 2005'an de beşdar bû
Di sala 2008'an de li Qendîlê ji ber ketina aşûtê jiyana xwe ji dest da