Nasnameya gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn hat aşkerakirin
NÇR-HPG’ê aşkera kir ku di şerê 17’ê Îlonê yê li herêma gundê Herdan ê girêdayî Şengalê di navbera hêzên gerîla û çeteyên DAIŞ de derket, 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Gerîlayên jiyana xwe ji dest dane Ayşe Elban (Armanc Perman) û Şaban Nardan (Ronî Avaşîn) in.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) di daxuyaniya nivîskî ya weşand de diyar kir ku di şerê 17’ê Îlonê saet 19.00’an li herêma gundê Herdan ê girêdayî Şengalê navbera hêzên gerîla û çeteyên DAIŞ de derket 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya NÇR-HPG’ê de wiha hat gotin: “Hevalên me Armanc Perman (Ayşe Elban) û Ronî Avaşîn (Şaban Nardan) ên ku di nava refên têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin û bi îrade û fedakariyeke mezin têkoşîn pêş xistin, li Şengalê li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞ ên li hemberî gelê me pêk tîne têkoşîneke mezin a bi lehengî meşandin. Dilsoziya me ya bi bîranîna wan re wê soz û çalakiya me ya di têkoşîna berxwedanê de be.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Ayşe Elban (Armanc Perman) di sala 1986’an de li Mêrdînê hatiye dinê û di 17’ê Îlona 2014’an de li Başûrê Kurdistanê Şengalê jiyana xwe ji dest da.
Şaban Nardan (Ronî Avaşîn) di sala 1993’an de li Sêrtê ji dayik bû û 17’ê Îlona 2014’an li Başûrê Kurdistanê Şengalê jiyana xwe ji dest da.