Nasnameyên 23 gerîlayên di salên 90'î de jiyana xwe ji dest dan eşkere bû
Nasnameyên 23 gerîlayên di salên 90'î de jiyana xwe ji dest dan eşkere bû
Nasnameyên 23 gerîlayên di salên 90'î de jiyana xwe ji dest dan eşkere bû
Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameyên 23 gerîlayên PKK'ê yên di navbera salên 1990-1999'an de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Komîteya Şehîdan a KCK'ê nasnameya 23 gerîlayên di şer û operasyonên navbera salên 1990-1999'an de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Komîteyê ragihand ku ji ber şert û mercên şer ên salên 1990'î akûbeta 23 gerîlayan ne dihat zanîn û di encama lêkolînan de nasnameya wan diyar bûne. Komîteyê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Li gorî lêkolînên komîteyê, nasnameya 23 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev e:
- Mehmet Azarak bi nasnav Ferhat, di sala 1972'an de li Farqînê ji dayik bû. Di sala 1994'an de di pevçûneke li Farqînê de jiyana xwe ji dest da.
- Kasim Peker bi nasnav Tûfan, li Licê ji dayik bûye. Di 13'ê Gulana sala 1993'an de di pevçûneke li Amedê de jiyana xwe ji dest da.
- Zeynep Kûran bi nasnav Zekiyeya Biçûk, di sala 1978'an de li Serêkanî-Riha ji dayik bûye. Di 7'ê Tebaxa 1995'an de di pevçûneke li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da.
- Vahîde Çîftçî bi nasnav Adar, di sala 1976'an de li Hezo-Êlih'ê ji dayik bûye. Di 1'ê Cotmeha sala 1998'an de di pevçûneke li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da.
- Temer Guler bi nasnav Temer, di sala 1967'an de li Şax-Wan'ê ji dayik bûye. Di 17'ê Adara 1998'an de di pevçûneke li Elkê de jiyana xwe ji dest da.
- Nezahat Guneş bi nasnav Dilber, di sala 1974'an de li Şirnexê ji dayik bû. Di 23'ê Mijdara 1998'an de di pevçûneke li Besta de jiyana xwe ji dest da.
- Necla Salman bi navnav Serkeft Mûnzûr, di sala 1981'ê de li Qoserê ji dayik bû. Di 14'ê Mijdara 1999'an de li Hezo-Êlihê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
- Nazîre Emen bi nasnav Bêrîtan, li Mehsert-Mêrdînê ji dayik bû. Di Gulana 1994'an de di şerekî li Botanê de jiyana xwe ji dest da.
- Mehmet Nacî Ûlûs bi nasnav Dilbirîn, di sala 1974'an de ji dayik bû. Di sala 1999'an de di pevçûneke li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da.
- Îdrîs Aga bi nasnav Sadî Ertoşî, li gundê Ertoş ê Colemêrgê ji dayik bû. Di sala 1997'an de di pevçûneke li Başûrê Pîranê de jiyana xwe ji dest da.
- Hasan Çay bi nasnav Eşref, di sala 1977'an de li Wêranşar a Rihayê ji dayik bû. Di 3'ê Cotmeha 1992'an de li Zaxo jiyana xwe ji dest da.
- Fehmî Canan bi nasnav Leşker Zagros, li Gever-Colemêrgê ji dayik bû. Di sala 1997'an de li Xinêrê jiyana xwe ji dest da.
- Emîne Ûygûn bi nasnav Berçem Botan, di sala 1979'an de li Edenê ji dayik bû. Di 28'ê Nîsana 1999'an de li navçeya Çewlik Dara Hênê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
- Emîn Tekîn bi nasnav Mahîr, li Dihê-Sêrt ji dayik bû. Di sala 1994'an de di pevçûneke li herêma Gabar a Botanê de jiyana xwe ji dest da.
- Ekrem Ozkaya bi nasnav Bager, di sala 1961'ê de li Êlihê ji dayik bû. Di sala 1994'an de di pevçûneke li herêma Gabar a Botanê de jiyana xwe ji dest da.
- Bûrhan Zirig bi nasnav Karker Kîçî, di sala 1975'an de li Hezex-Şirnex ji dayik bû. Di sala 1997'an de li Avaşîn jiyana xwe ji dest da.
- Bahrî Kaya bi nasnav Nîhat, di sala 1975'an de li Şax-Wan'ê ji dayik bû. Di 1'ê Hezîrana 1996'an de di şerekî li Tetwanê de jiyana xwe ji dest da.
- Yavûz Taşkiran bi nasnav Kendal, di sala 1974'an de li Milazgir-Mûşê ji dayik bû. Di 22'ê Hezîrana 1992'an de di pevçûneke li Bajêrge de jiyana xwe ji dest da.
- Mevlut Balka bi nasnav Erdal, di sala 1965'an de li Şax-Wan ji dayik bû. Dİ sala 199'an de di êrîşa hewayî ya Botî de jiyana xwe ji dest da.
- Nûray Oran bi nasnav Berçem, di sala 1980 de li Dêrsimê ji dayik bû. Di 16'ê Nîsana 1996'an de di pevçûneke li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da.
- Ahmet Aydin bi nasnav Elî, di sala 1966'an de li Erzîromê ji dayik bû. Di 17'ê Gulana 1990 de di pevçûneke li Agirî de jiyana xwe ji dest da.
- Bayram Gençdal bi nasnav Rênas, di sala 1970 de li Sêweregê ji dayik bû. Di sala 1995'an de di pevçûneke li Amedê de jiyana xwe ji dest da.
- Îhsan Dûrma bi nasnav Kamîl Dilbirîn, di sala 1971'e de ji dayik bû. Di sala 1996'an de li Zagros jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Şehîdan a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev tişt got:
"Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ne, paşeroja me, îroja me û pêşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, gelekî azad, welatekî azad e.
Wan ji me tiştekî din nexwestin. Em dizanin ku niha gora gelek şehîdên me jî tineye. Lê ji xwe, wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê, bersiva herî mezin a ji bo bîranîna wan, afirandina Kurdistaneke azad a li nava navenda Rojhilata Navîn e. Bîrdariya yekane ya şehîdên me dikarin bi dilaramî tê de razên, ev e! Soza me ya yekane ku em her roj dûbare dikin û emê ti carî jê venegerin jî, ev e!"