NATO: Esad li ber hilweşînê ye

NATO: Esad li ber hilweşînê ye

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Adres Fogh Rasmussen ragihand ku rejîma Sûriyeyê êdî li ber hilweşînê ye û got : “Ev tenê pirsgirêka dem ye.”

Rasmusse di civînek çapemeniyê de axivî û diyar kir ku rejîma Sûriye ya Beşar el Esad “li ber hilweşînê ye”. Rasmûsen got: “Ev tenê pirsgirêka dem e” û bang li rejîma Esad kir ku dest ji tundiyê berde û dest bi qebûlkirina daxwazên rewa yên gelê Sûriyeyê bike.

Rasmussen ji ber fuzeya ku tê gotin ku ji aliyê rejîma Esad ve hatiye avêtin, şermezar kir û diyar kir ku ev yek nîşan dide ka çiqas qîmetê dide gelê Sûriyeyê.

Rejîma Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê avêtina fuzeya Scud derewand.