Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Ramsussen aşkere kir ku rejîma Sûriyeyê careke din fuzeya Scud bi kar anî.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen agahî neda ka Sûriyeyê kengî û li kû fuzeyan bi kar aniye, lê diyar kir ku herî dawî fuzeya Scud roja pênçşemê hatiye avêtin.
Rasmussen piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Cibûtî Dîleita Muhemed Dileîta re pêk anî, bersiv da pirsên rojnamevanan. Fogh Rasmussen agahî neda ka Sûriyeyê kengî û li kû fuzeyan bi kar aniye, lê diyar kir ku herî dawî fuzeya Scud roja pênçşemê hatiye avêtin.
NATO’yê beriya niha qebûl kiribû ku sê welatên endamên DYA, Almanya û Holanda li Tirkiyeyê bataryayên Patriot bi cih bikin. Lê tê diyarkirin ku ev sîstema fuzeyan a ji aliyê NATO’yê ve tê bicihkirin ne ji bo Sûriyeyê ye. Gelek derdor dibêjin ku ji bo Îranê ye.
Hêjayê gotinê ye ku ev demek e Washington û hin komên muxalîf ên çekdar diyar dikin ku Şam fuzeyên Scud bi kar tîne . Lê rêveberiya Şamê heta niha vê yekê piştrast nekiriye.