NATO’yê da diyarkirin ku, xistina balefira şer ya Tirkiyeyê nayê pejirandin û Sûriye şermezar kir.
Li Brukselê piştî civîna sefaretan ya vê sibehê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen civîna çapemeniya pêkanî û ragihand ku, xistina balefira şer ya Tirkiyeyê ya ji aliyê Sûriyeyê ve “nayê pejirand”. Rasmussen got; “Wan bi zimanekî tund şermezar kiriye.”
Rasmussen diyar kir ku, ew pêşketinên di derbarê xistina balefirê de ji nêz ve dişûpînin û bilêv kir ku, “Ez bi çi awayî ne li bendê me ku bûyerek din ya bi vî awayî dubare bibe.”
NATO’ya ku di çarçoveya Madeya 4’mîn de kombûyî, Tirkiye di derbarê mijarê de agahî dan , lê belê li piştgiriya leşkerî negeriya.
Her wiha madeya 5’mîn ku di de diyarkirin, ewlekariya NATO yekbûneke ku nayê perçekirin, her êrîşekî li dijî endamek yê NATO li dijî hemû endamên NATO’yê tê hesapkirin, Rasmussen aşkera kir ku ev made nehatiye rojevê. Rasmussen aşkera kir ku, ew li gel Tirkiyeyê di nava hevkariyekê de ne.