Navê berê yê Naziyan ji tabelayê hat derxistin

Navê berê yê Naziyan ji tabelayê hat derxistin

Piştî lêkolîna ji aliyê Daîreya Suc a Federal a Almanyayê ve hat kirin, hat piştrastkirin ku serokê daîreyê yê berê Paul Dickopf berê sûbayek ê Naziyan bûye. Ji ber vê jî navê Dickopf ji tabeleya li ser şeqamek a bajêr hat derxistin û nav hat guhertin.

Dickopf di salên 1965 heta 1971’ê serokatiya Daîreya Suc a Federal a Almanyayê kir. Heta Wezîrê Navxweyî yê Alman ê berê Hans Dietrich Genscher ji bo Dickopf digot; “ji bo hemû polîsan mînakek e.”

Lê ji ber zextên komîteya sucên Naziyan lê dikolin, der barê raboriya Dickopf de lêpirsînek hat destpêkirin. Piştre aşkere bû ku Dcikopf di salên 1930’yan di yekîneyên SS û SD yên Naziyan de xebitiye.

Piştî Dickopf di sala 1973’ê de mir, navê wî dan cadeyek a bajarê Meckenheimê. Lê ji ber encama dawî ya navê cadeyê hat guhertin. Navê Gerhard Boeden ê ku di salên 1980’yan de alîkartiya Serokê Daîreya Suc a Federal kiribû li wê cadeyê hat kirin.