Navê Bob Marley li parazîtekê hate kirin

Navê Bob Marley li parazîtekê hate kirin

Navê stranbêjê navdar ê cîhanê yê reggae Bob Marley li parezîtên cûrek ê masiyan ên ku li zinarên mercanî yên li giravên Kareyipan bi xwînê dijî hate kirin.

Ji Zanîngeha Arkansas State bîologê okyanûsan Paul Sikkel di daxuyaniya da de ragihand ku ji ber hezkirina stranbêjê Jamaîkayî Bob Barley wana navê wî li vê cûre parezîtê kirine. Sikkel got; “Li gel vê jî ev parezît tenê li Kareyipan hene, ew jî mîna Marley in.”

Sikkel û hevalênx we yên xebatê beriya 10 salan vê curê parezîtan li Giravên Virgin ên DYA’yê dîtibûn. Piştîre keşîf kirin ku ev parezît ji Giravên Kareyîpan hatine.

Navê Bob Marley ku di 36 saliya xwe de sala 1981’ê de di konserek li Awusturyayê de jiyana xwe ji dest da, li Zinarên Mezin ên Mercanî hatibû kirin.