Navê Mûrad Qamişlo li meydana gund hate kirin
Navê Mûrad Qamişlo li meydana gund hate kirin
Navê Mûrad Qamişlo li meydana gund hate kirin
Meclîsa gundê Sîha ya girêdayî Tirbespiyê bi armanca bîranîna şervanê YPG’ê Murad Qamişlo yê di berxwedana Çilaxa de jiyana xwe jidest dabû, navê meydana gund wekî “Meydana Mûrad Qamişlo” guhert.
Meclîsa gundê Sîha yê girêdayî Tirbespiyê li meydana gund, bi beşdariya şêniyên gund civînek lidar xist. Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de endama Yekîteya Star Bêrîvan Mistefa li ser rewşa dawî ya li Rojava axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî herêmê.
Endamê TEV-DEM’ê Reşîd Yûsif jî bal kişand ser berxwedana şervanê YPG’ê Mûrad Qamişlo ya ji bo azadiya gelê Kurd. Di dawiya civînê de biryar hate girtin ku navê meydana gund wekî Meydana Mûrad Qamişlo were guhertin û wêneyên Murad Qamişlo hate daliqandin.
Şervanê YPG’ê Mûrad Qamişlo di 17’ê Tîrmehê de di pevçûnên li gundê Til Elo ya Çilaxa de jiyan xwe jidest dabû.