Rojnameya bi nav û deng ya Îngilîzan The Guardian nivîsand ku, navenda fermandayîna Artêşa Sûriyeya Azad ku ji aliyê Erebîstana Siudî ve tê fînansekirin li Stenbolê ye. Her wiha ragihand ku, 22 personelên li vê derê veguhestina çek û pereyan ji bo muxalîfên li Sûriyeyê Sûriyeyê koordîne dikin.
Li gorî nûçeya ku rojnameyê, di serî de muxalîfên Sûriye û Erebîstana Siudî û Qetar ku dixwazin li hember Beşar Esad çekan werbigirin, bi fîlî ketin tevgerê. Erebîstana Siudî û Qetar endamên Artêşa Sûriyeya Azad ku li dijî rejima Esad têdikoşin, xwedî dike. Çek ji Tirkiyeyê derbazî Sûriyeyê dibin. Ji bo herikîna vê koordîne bikin, navendek li Stenbolê hate avakirin. Li navenda ku 22 kes lê hatin bicihkirin, li vir rayedarên payebilind yên Artêşa Sûriyeya Azad hatin erkdarkirin.
Nûçegihanekî The Guardian’ê bi xwe bûye şahidê ve veguhestinê. Di rojên destpêka Hezîranê de bûyerên ku rû dan, 50 qutiyên çek û cebilxaneyê, her wiha amûrên tibî jî li ser gundê Reyhanli yê Altîma dikeve Sûriyeyê hatin derbazkirin.
Her wiha Rojnameyê nivîsand ku, di encama kirîn û firotina li ser sînor, muxalîfên ku du milîsên Esad dîl girtin û radestî yekîneyên li aliyê Tirkiyeyê kirin.
Rojnameya ku îdîa dike, mûçeyê muxalîfên Sûriye, weke euro yan jî dolar têne dayîn, bi destpêkirina krîzê û şûn ve pereyê Sûriyeyê nirxê xwe wenda kir, ji ber vê mûçeyê muxalîfan populer bû.
Hefteya borî rojanameya New York Times ragihandibû ku, CIA’ya ku li başûrê Tirkiyeyê xebatê dike û ji bo muxalîfên Sûriyeyê neqliyeta çekdan dike.
Li gorî agahiyên ku rojnameya The Guardian ji çavkaniyên diplomatîk girtîne, li bajarê Homsê di mehên Kanûn û Sibatê de du efserên îstîxbarata DYA’yê xebat bi rê ve birine. Sîxurên ku hewil didin li Homsê navenda fermandayînekê avabikin, xebata çekdarkirina muxalîfan dikin.