Navenda Hiqûqî ya Rojava navenda xwe vekir
Navenda Hiqûqî ya Rojava navenda xwe vekir
Navenda Hiqûqî ya Rojava navenda xwe vekir
Navenda Hiqûqê ya Rojavayê Kurdistanê navenda xwe li bajarê Qamişlo vekir.
Navenda Hiqûqî ya Rojavayê Kurdistanê îro bi merasîmekê navenda xwe li taxa Xerbî ya Qamişlo vekir. Merasîm bi beşdarbûna nûnerên Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star, Akdemiyê Mozepotamya, Konferdresyona Xwendekarên Kurd ên Welat Parêz, Partiya Lîbralî, Partiya Yekîtiya Suryanî,Saziya Ramanî ya Nûrî Dêrsimî, her wiha hin qiqûqnas û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de Berpirsyara navenda Hiqûqî ya Rojavayê Kurdistanê Emîna Umer axivî û diyar kir ku wan bi armanca pêşxistina çanda qanûnî, derxistina lêkolînên hiqûqî û şêwirmendiyên hiqûqî ji bo hemû sazî û navedan navenda xwe vekirine.Emîna Umer, destnîşan kir armanca wan a sereke pêşxistina çanda mafê mirovan û bidestxistina wekheviya di nava jin û mêran deye. Emîna, da zanîn ku wê pirsgirêkên mirovahî çareser bikin.
Emîna Umer, got ku ew ê di demên pêş de semîneran lidar bixin û dê bi armanca pêşxistina hiqûqê bi saziyên edaletê re di nava peywendiyan de bin. Di dawiya axaftina xwe de Emîna bang li hemû hiqûqnasan kir ku ku serî li navenda wan bidin.