Navenda Reşîdê Kurd dewreya ziman a asta duyemîn qedand
Navenda Reşîdê Kurd dewreya ziman a asta duyemîn qedand
Navenda Reşîdê Kurd dewreya ziman a asta duyemîn qedand
Navenda Reşîdê Kurd a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawernameyên asta duyemîn li xwendevanên xwe belav kir.
Navenda Reşîdê Kurd a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawernameyên asta duyemîn li xwendevanên xwe belav kir. Beriya bawername werin belavkirin Mamoste û zimanzan Arşek Baravî axivî.
Baravî ji şagirtan re got: ‘’Niha hun dikarin bi serbestî hemû tiştî bi kurdî bixwînin û binivîsin, êdî hûn şopdarê kesên ji bo zimanê kurdî berxwedan kirine. Niha hûn bûne parêzvanên zimanê kurdî û hûnê zimanê kurdî ji tunebûnê biparêzin û pêşbixin.‘’
Piştî Baravî li ser navê şagirtan Ciwan Ferso û Fatma Silêman jî axivîn û gotin ku tişta bikeve ser milê wan ew dê ji bo parastina zimanê kurdî bikin. Piştî axaftinan, bawername li şagirtan hate belavkirin.
Navenda Reşîdê Kurd yek ji şaxên SZK’ê ye, ji beriya salek û 4 mehan li Amûdê hatiye vekirin. Navenda Reşîdê Kurd li ser hîmê Hînker di 3 astan de xwendevanên xwe perwerde dike. Ji dema vebûna navendê heta niha 4 dewreyên seretayî, 11 dewreyên asta yekê û 3 dewreyên asta duyemîn qedandiye. Di van dewreyan de 250 şagirtên zimanê kurdî hatine perwerdekirin. Ji 250 xwendevanan 95 kes di dibistanên Amûdê de mamostatiya zimanê kurdî dikin.