Navenda Tenduristiya Hesekê 7 hezar kes derman kir
Navenda Tenduristiya Hesekê 7 hezar kes derman kir
Navenda Tenduristiya Hesekê 7 hezar kes derman kir
Rayedarên Navenda Tenduristiyê li bajarê Hesekê diyar kirin ku heta niha 7 hezar nexweşan serî li navenda wan dane û hatine derman kirin.
Di encama şer û pevçûnên ku li seranserî Sûriyê rû didin, rewşa ewlekariryê li gelek bajaran aloz bûye, li bajarê Hesekê gelek bijîk jiber rewşa ewlekariyê ji bajêr derketine. Her wiha hinek bijîşkan buhayên venêrîn (Muayeneya) nexweşan giran kirin. Li ser vê rewşê û ji bo venêrîn Komîteya Tenduristî ya Desteya Bilind a Kurd li bajarê Hesekê di 16'ê meha gulanê ya sala 2012'an, Navenda Tenduristî a bajar vekirin.
Li navendê kîlînîkê nexweşiyên hundirîn, zarok û pitikan, jinan, hestî û alîkariyên lezgîn jî hatine vekirin. Her roj saet 6'ê êvarê nexweşên ji hemû pêkhateyên bajêr serî li navendê didin.
Ji rêvebirên navendê Dr. Ednan Şêxê diyar kir ku heta niha nêzî 7 hezar nexweş serî li navendê dane. Şêxê da zanîn ku li navendê ji bilî nexweşiyên çavan, diran û çerm, piraniya nexweşiyên din li navendê bi buhayê erzan têne muayene kirin.
Bijîşkê zarokan Ebdilselam Osman jî diyar kir ku tevî ku hin alavên wan kêmin û cihê wan tenge jî, dîsa ew her roj pêşwaziya gelek nexweşan dikin.
Dr, Ebdilal yê bi eslê xwe Ereb jî da zanîn ku ew bi armanca ku alîkariya welatiyan bike tevlî nava xebatên navendê bûye.